2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (11)

  • 09:05 30 Kanûn 2024
  • Çand û Huner
 
Li dijî redkirina nasnameya gelê Kurd berxwedana dîrokî
 
Dîlan Babat-Pelşîn Çetînkaya
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatkaara KASED’ê Kevser Akçelîk êrîşên li hember çand û zimanê Kurd nirxand û wih agot: “Ger zimanek bê redkirin wê demê nasname tê redkirin. Du sedsale nasnameya gelê Kurd tê redkirin. Mînaka vê li cîhanê tune ye.”
 
Êrîşên li hember çand û zimanê Kurdî di demên dawî de bi awayekî sîstematîk giran bûn. Qedexeyên qada cemawerî de, astengkirina lîstikên şanoya Kurdî, serdegirtina dawetan,  ji ser cil û berg û stranan girtin û binçavkirin.  Dewlemendiyên çandî hatin hedef girtin. Van zextan li dijî nasnameya civakî tehdîd ava kir. Armanca van êrîşan ne tenê li dijî ziman an jî çandî, li dijî nirxên esas yên gelê Kurd mudaxale ye.
 
Seranserê salê hinek êrîşên ku li hember çand û zimanê Kurdî pêk hatine wiha ne:
 
 *Di yek ji êrîşên sala 2014'an de li dijî çand û zimanê Kurdî, ciwanên ku li Mersînê li ber stranên Kurdî govend digerin hatin binçavkirin û girtin, Di dema binçavkirinê de ciwanan li strana "Ez ê bimirim Tirkiyeya min" guhdarî kiribûn.
 
*Di dawetên li Bagcilar, Esenyurt, Sultangazî û Gazîosmanpaşa ya Stenbolê pêk hatin de, 18 kes hatibûn binçavkirin û 11 kes bi îdiaya propaganda rêxistinê hatin girtin.
 
*Li Colemêrgê di dawetên pêk hatin, bi hinceta stranên siyasî tên gotin serdegirtin pêk hat û xwediyên dawetê û muzîkjen hatin binçavkirin.
 
 *4 Endamên Koma Ozgun yên li Colemêrgê di dawetan de stranên ‘Keça Kurdan’ û ‘Şervano’ gotin bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê’ hatin girtin.
 
 *Li wan, Amed, Mêrdîn, Êlih û Kerboranê şaredariyan nivîsên hişyariyê yên ‘Pêşî Peya’ û ‘hêdî’ nivîsibûn. Lê polîsan ev nivîs paqij kirin.
*Li Amedê polîsan bi ser Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezoptamyayê û Payîz Pirtûk de girtin û alav desteserkirin, rêveber binçavkirin.
 
*Solîstê Koma Hevra Gencay Morkoz 25’ê cotmehê de di serdegirtina malan de li Stenbolê hat binçavkirin û girtin.
 
*Li Sultandagi ya Afyonê bi hinceta Kurdî axivîne êrîşê  karkerên çandiniyê yên Kurd kiribûn.
 
 *Karkerên Kurd yên li Bodrumê dixebitîn, bi hinceta Kurdî axivîne, bi êrîşê re hatin rû hev. Li Înegol a Bursayê jî beriya maça futbolê, êrîşê wesayîtek plaka wê ya Amedê ye kirin.
 
*Lîstika Şano Ar Tiyatro ya bi navê ‘Qral û Travîs’ li gelek bajaran hat qedexekirin.
 
*Lîstika bi navê ‘Bêrû’ ya nivîskarê Îtalyan Darîo Fol li rihayê hat qedexekirin. Dadgeha îdarî ya herêmî ya Dîlokê got ev biryar li dijî azadiya fikr û ramanê ye û biryar betal kir.
 
*Lîstika bi navê ‘tartuffe’ ya Molîerê ya bi Krudî hatibû wergerandin, hat qedexekirin.
 
Kevser Akçelîk ya di xebatên çand û hunerê de dixbite der barê êrîşan de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Nirxandina Kevser Akçelîk wiha ye:
 
“Çand û huner ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan nasname ye. Ji bo Kurdan jî cihekî girîng digire. Pergalan seranserê dîrokê êrîşê hebûna çandî ya civakan kiriye. Ev du sed salek jî çand, nirxên Kurdan bi êrîşan re tên rû hev. Dema bixwazin çanda civakekê bê tunekirin ewil êrîşê jinan dikin. Jinan dikin hedef. Di hedefa hemû êrîşan de nasname heye. Rejîm xwe li ser vê heyî dikin. Li Tirkiyeyê jî ev pergal tê dîtin. Civak sed sal berê di bin navê şoreşa cil û bergan de bi asîmîlasyonê re hatin rû hev. Lİ hember ziman zext hatin jiyîn. Li dijî vê berxwedanek xurt heye.
 
 Mirov dikare bifikire, 'Eger ewqas êrîş bikira, wê ji holê rabûna?' Kesê ku dibêje “lê” divê li paş xwe binêre ka çanda kurdî çiqas kevnar e. Zimanzan di lêkolîna xwe ya navdar a cîhanê de dibêjin koka gelek zimanan li ser avahîya zimanê Arî bingeh digire. Ew di wê baweriyê de ye ku zimanên ji Kurdistanê derketine, lêkolîn vê yekê eşkere dike. Rastiya ku çand li gel hemû êrîş û qetlîamên dewletê hê jî zindî ye, nîşan dide ku xwedî rewş û koka civakî ye. Gel ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê nikare bigihêje cihekî, nikare li her derê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive, hîn jî di bin zextan de ye, lê negihîştiye asta ku rejîm dixwaze. Ev hêza xwe ji dîrok û kûrbûna xwe digire. Hêza ku ji kesên ku li ser vê mijarê dihizirin ji vê çavkaniyê tê.
 
Mînaka vê li cîhanê tune ye
 
Xebatên alternatîf yên li dijî van êrîşan bêyî piştgiriya dewletê tên meşandin. Hem KASED, Ma Musîc û Ma Zarok li ser vî esasî  xebatên xwe dimeşînin. Dewlet li dijî hunermendên bi Kurdî stranan dibêje lînçê didin destpêkirin û konseran betal dikin. Rejîmê got wê bi zextan biqedînin lê tu carê neqedandin. Di vê pêvajoyê de yên hatin saziyê çand ûhunerê yekane daxwaza wan bi Kurdî stran gotinbûn. Derdê civaka Kurd çand û zimanê wan e. Ji cihên cuda kes tên dixwazin bi Krudî hunerê bikin. Ger zimanek bê redkirin wê demê nasname tê redkirin. Du sedsale nasnameya gelê Kurd tê redkirin. Mînaka vê li cîhanê tuneye.
 
Li dijî cil û bergan êrîş
 
Li hember cil û bergên gelerî jî êrîş mijara gotinê ye. Ji ser cil û bergan êrîşê wê çandê dikin. Cil û berg nasname ye.  Em dikarin vê ji bo hemû gelan bêjin. Cil û bergên tên li xwekirin sîmge ne. Wî gelî temsîl dike. Çandê derdixe holê. Ev ji bo Kurdan jî wisa ye. Lê li hember vê êrîşk heye. Bi cil û berg re şerê kesî tuneye lê li hember peyam û dîroka ku ew cil û berg didin nîşandan, êrîş û şer heye.
 
 Armanca me ew e ku cil û bergên Kurdî forma xwe ya resen biparêzin û xwe di jiyanê de bidin xuyakirin, em dixwazin ji bo sibê bihêlin. Weke hunermendên jin me cilûbergên çar parçeyên Kurdistanî dan nasîn. Armanc ew e ku bîr teze bê hiştin. Jin pêşengiya vê yekê kirin, li gelek deverên Kurdistanê ev yek hate pêşxistin. Dema ku van danasînan dikirin, me jî pê hesiya ku ji aliyê civakê ve bersiva van xebatan hat dayîn. Me jî dît ku di Newroz, 8’ê Adarê û gelek cihên din de jin û mêr berê xwe didin cil û bergên herêmî û dixwazin xwe nêzî cewhera xwe bikin. Di sala 2024’an de ji ber ku gel cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kiribûn li gelek cihan zext li ser dawetan hat kirin. Me dît ku dawet û dawetan wek ku em ê li dijî artêşê şer bikin dihatin kirin. Nîşan dide ku ew çiqas ji hebûna çandê ditirsin. Me dît ku di pênaseya cil û bergên nasnameyê de rastiya xwe dibîne.
 
 Podcastên ji zimanê zîhniyeta serdest paqij bûne
 
Em wek sazyên hunera Kurd ya girîng jî wek qada çanda jinê piştgirî û mezinbûnê esas digirin. Em dixwazin hemû gel çanda xwe bijîn. Ev der ji her kesî re vekirî ye. Ev cih ji Ermenî, Azarî û Tirkan re jî vekiriye.  Em ji vê hevparbûnê re vekirî ne. Me gelek podcastên ji zîhniyeta serdest hatiye paqijkirin derxistin.  Atolyeyên wêneyan, qadên jin xwe pêş dixinîni, drama bi Kurdî hatin kirin. Mîhîcana şanoyê ya jinan, mîhrîcana  surfest pêk hat.
 
 Li taxan li kolanan me her qad wek qada xebatê dît. Lê ev têr nakin. Em behsa çandeke k udi bin êrîşan de ye dikin. Ev êrîş di serî de li ser çand û ziman e. Gelek konserên Kurdî lîstikên Kurdî hene. Hunermendên me bi mobîngê re tên rû hev. Dema em van tînin gel hev têkoşîna tê dayîn têr nake. Ji bo vê divê xebat bên zêdekirin. Divê he mal bibe qada perwerdehiyê. Divê ziman bê jiyîn. Divê berxwedan li her derê hebe.
 
Divê êrîş wek polîtîk bên dest girtin
 
Malbata bi zarokên xwe re Kurdî biaxive piştgiriya hrî mezin ew dide çanda Kurd. Piştgirî ne tenê aborî ne nesneyî. Zarokên xwe teslîmê pergala 4+4+4 nekirin berxwedana herî mezne. Pergal vê baş dizane. Zîhniyeta zarokên 4-5 salî dişîn dibistanê di serî de Kurdî hedef girtiye. Divê em mijar polîtîk bê dest girtin. Divê her kes xwedî l çanda xwe zimanê xwe derkeve. Bêguman têkoşîn heye lê divê xebat hîn bêtir hebin.”