Di meşa ber bi sînorê Qamişloyê de peyama 'Bijî berxwedana Rojava'
- 14:11 2 Çile 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Di roja 21’emîn a çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de, gel ber bi sînorê ve meşiyan. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hat diyar kirin ku xwedî li berxwedana Rojava derdikevin û dibêjin muxatabê çareseriyê Abdullah Ocalan e.
Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin di roja 21'emîn de didome.
Îro bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û bi sedan kesan, bi dirûşma “Em gelên ji bo aştî, azadî û pêkvejiyanê li ber xwe didin silav dikin” ji Parka Barişê ber bi qada nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê ve bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” meş hat lidarxistin.
Di meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn de pankartên "Rojava rûmeta mirovahiyê ye Rojava biparêze", "Rojava rûmeta me ye" û "Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêzin" hatin vekirin. Di meşê de pankartên ku wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan ên li Rojava hatin qetilkirin hilgirtin.
Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Muxatabê aştiyê li Îmraliyê ye", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin, jiyan azadî" hatin berzkirin. Meşa ku bi beşdariya hezaran pêk hat, li sînorê Qamişlo bi dawî bû. Li ser sînorê Qamişlo daxuyanî hat dayîn.
Li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Seyda Babayê Xelatî, li ser navê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Mustafa Karabudak û berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî.
Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê aştiyeke mayînde pêk were û wiha bi lêv kir: "Em ê li ser vê pirsgirêkê bisekinin. Em ê dev ji têkoşîna nirxên mirovahiyê bernedin. Parastina nirxên mirovatiyê me kir gerdûnî. Em bang li kesên ku dibêjin em alîgirê yekîtî û yekitiya gelan in, dikin ku destê aştiya Kurdan dirêj bikin. Rojava mînaka yekitiya wekhev û azad a Rojhilata Navîn e. Dîtin û qebûlkirina vê rastiyê tê wateya parastina nirxên mirovahiyê. Hevalên me yên rojnameger Nazim Daşdan û Cîhan Bîlgîn ên li vir bi kamerayên xwe li pey nûçeyan digerin û hedef girtin. Polîtîkayên qaşo ewlehiyê dewam dikin. Nisêbîn û Qamişlo yek e. Hewldana ji hev cudakirina Nisêbîn û Qamişlo karê wan kesan e ku naxwazin xwişk û biratiya Kurd û Tirkan xurtir bikin.
Ji ber vê yekê weke DEM Partiyê em aştiya ku birêz Ocalan anîbû pêş, tevî şert û mercên giran ên tecrîdê yên bi salan jiyabû û ji sala 1993’yan û vir ve bi domdarî têdikoşe. Ev berpirsiyariyeke dîrokî ye. Em amade ne. Jin amade ne, mêr amade ne, erdnîgariya me amade ye. Em ji jiyaneke wekhev, adil û bi rûmet re amade ne. Em ji bo vê têdikoşin. Niha jî em dixwazin keriyên vê têkoşînê bibînin. Li vir dayikên dilşikestî li bendê ne. Li bendê ne ku girtîgeh bên valakirin, nasnameya wan bê naskirin û em hemû bi hev re wekhev bijîn.
Weke DEM Partiyê, em partiya ku bi salan e vê berpirsyariyê hildigirin ser milê me. Em ji hemû muxalefeta siyasî û civakî re dibêjin ku ger çareseriyeke siyasî hebe, em jiyaneke wekhev, bi rûmet û bi hev re jiyanek adil dixwazin, yên ku divê li aliyê din bin, yên ku vê daxwaz dikin in. Yên ku berdêla vê yekê didin ew in."
Daxuyanî piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.