Kargoya ji rojnamegera girtî re hat astengkirin

  • 14:02 2 Çile 2025
  • Rojane
  
 
STENBOL - Pirtûka ku ji rojnamegera girtî Serpîl Unal re hat şandin bi hinceta "Kargoya di nava Stenbolê de nayê qebûlkirin" hat astengkirin. 
 
Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di 21’ê Kanûnê de dema nûçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qada Şîşhane ya Beyoglû ya Stenbolê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de 59 rojnameger û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin.
 
Ji kesên hatin binçavkirin 7 rojnameger û 2 welatî bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê kirine" hatin girtin. Pirtûka ku ji rojnamegerên jin ên girtî Serpîl Unal ji aliyê hevalên wê yên rojnameger ve şandibûn girtîgehê, nehat girtin. Girtîgeha Bakirkoyê, pirtûka ku ji Serpîl Unal re weke diyariya sersalê hatibû şandin, bêyî ku werbigirin, bi gotina "Kargoya di nava Stenbolê de nayê qebûlkirin" vegerand.
 
Li Girtîgeha Bakirkoyê ya ku 2 mehan carekê 7 pirtûkan didin, tenê di rojbûn û şeva sersalê de pirtûkan diyarî qebûl dike û bi "qedexeya kargoyê ya li Stenbolê" rê li ber vê yekê digire.