Rojnamevanên jin: Em ê li ser şopa rojnamevanan dewam bikin

  • 14:51 22 Kanûn 2024
  • Rojane
   
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê Tewar Adil diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve, tirsa wî ya ji rojnamevanên azad derdixe holê û got: “Em ê li ser rê û şopa rojnamevanên şehîd berdewam bikin.”
 
Li Navenda Metro ya li Silêmaniyê, têkildarî şehîdxistina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk ve, hinek dezgeh û rêxistinan daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê li ser navê rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê Tewar Adil axivî.
 
Tewar Adil diyar kir ku dewleta Tirk a bi dirêjiya dîrokê destê wî di nava xwîna Kurdan de heye û li beramber jî di 100 salên borî de gelê Kurd dijî êrişên dewleta Tirk li berxwedaye.
 
Her wiha Tewar Adil destnîşan kir ku çapemeniya azad li beramberî êrişên dewleta Tirk ên ser gelê Kurd, ji bo ronîkirina rastiyan rolek giring û bandorker leyîstiye.
 
Tewar Adil got: “Hedefgirtina rojnamevanên azad ji aliyê dewleta Tirk ve derdixe holê ku ew dewletê çiqas ji rojnamevanên azad ditirse. Me di dema borî de şahîdî ji şehîdxistina rojnamevanên jin Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dewleta Tirk re kir. Em tekez dikin ku emê li ser rê û şopa wan berdewam bikin.”