Ji nobeta sînor:Çareserî deriyê Îmraliyê ye
- 18:46 22 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN- Parlamentera Dem Partiyê Salîha Aydenîz di daxuyaniya li sînorê Nisêbîn-Qamişlo de axivî û got: “Divê çareseriyek bê dîtin û gav bê avêtin. Ev gav jî deriyê Îmraliyê ye. Em îro ji sînorên Rojava dibêjin, heta pirsgirêka Kurd çareser nebe wê her tişt wisa bidome. Ev pirsgirêk ne li Rojhilata Navîn bandor li hemû cîhanê dike. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.”
Çalakiya nobetê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li sînorê Qamişlo li dijî êrîşên Tirkiye û Artêşa Netewî (SMO) ya hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatibû destpêkirin di roj a10’emîn de didome.
Platformên Ked û Demorkasiyê ya Mêrdîn û Amedê piştgirî dan çalakiyê û jinên hatin qadê wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hildan. Ligel platforma Ked û Demorkasiyê, dayikên Aştiyê û parlamentera Dem Partiyê Salîha Aydenîz piştgirî dan nobtê.
‘Dewlet bûne yek piştgiriyê didin Tirkiyeyê’
Dayika Aştiyê ya Êlihê Herdem Koçer di daxuyaniyê de axivî û got ew van polîtîkayên şerê qirêj şermezar dikin û got hemû dewletên cîhanê bûne yek piştgiriyê didin Tirkiyeyê û li hember jin û zarokan polîtîkayên şer tên meşandin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Salîha Şak jî axivî û destnîşan kir ku ew êrîşê şermezar dikin û wê gelê Rojava biparêzin.
‘Kobanê neket û wê nekeve’
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz jî di daxuyaniyê de axivî û got: “Her kes dizane Bakur û Rojava yek e. Ji ber vê bila kes bêdeng nemîne. Rojava ji bo mirovahiyê ronahiye û ji bo cîhanê mînake. Kobanê neket û wê nekeve. Divê em hemû xwedî li Rojava derkevin. Em êrîşan şermezar dikin.”
Çareserî Îmraliye
Salîha Aydenîz wiha anî ziman: “Divê çareseriyek bê dîtin û gav bê avêtin. Ev gav jî deriyê Îmraliyê ye. Em îro ji sînorên Rojava dibêjin, heta pirsgirêka Kurd çareser nebe wê her tişt wisa bidome. Ev pirsgirêk ne li Rojhilata Navîn bandor li hemû cîhanê dike. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.”