Li Stenbolê 7 rojnameger hatin girtin
- 19:54 22 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL-Li Stenbolê 7 rojnamegerên bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin hatin girtin.
Di daxuyaniya li Şîşhane ya Stenbolê ku ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn qetilkirin, hatibû dayîn de gelek kes hatibûn binçavkirin. Rojnamegerên hatibûn binçavkirin îro sewqê Edliyeya Çaglayanê hatibû kirin. Rojnameger Gulîstan Dursun, Pinar Gayip, Serpîl Unal, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Can Papila û Osman Akin hatin girtin.