Ji Noi Rete Donne ji bo Meclîsa Jinan ya Sûriyeyê piştgirî

  • 18:24 22 Kanûn 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Tora herî berfireh ya jinan Noi Rete Donne ya Îtalyayê ragihand ku ew piştgirî didin deklarasyona der barê rola jinan di pêşeroja Sûriye de ku ji aliyê Meclisa Jinan ya Sûriye ve hatî eşkere kirin. Noi Rete Donne got: “Em li gel jinên Sûriye ne.”
 
Tora herî berfireh ya jinan Noi Rete Donne ya Îtalyayê ragihand ku ew piştgirî didin deklarasyona 13 xalan ya der barê rola jinan di pêşeroja Sûriye de ku ji Meclisa Jinan ya Sûriye ve di 21’ê kanûnê de hat ragihandin.
 
Tora jinan ya Noi Rete Donne got: “Em beşdarî banga jinên Sûriye ya piştevanî û fikara pêşerojê îfade dike dibin. Em li gel jinên Sûriyene, demokrasiya ku ne wekhev, ew ne demokrasiye.”
 
Her wiha Noi Rete Donne di malpera xwe de cih da deklarasyona Meclîsa Jinan ya Sûriye.