TJK-E'yê kampanya şandina nameyan da destpêkirin

  • 09:58 21 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E destnîşan kir ku divê KWKE biryarên ku derbarê îmraliyê de girtine demildest bixe meriyetê ne piştî salekê û ragihand ku ew ê di 21’ê Cotmehê de dest bi kampanya nameyan bikin.
 
Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd Li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo rawestandina êşkenceya li Îmraliyê ew ê ji îro û pê ve 21’ê Cotmehê ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dest bi kampanya nameyan bikin. TJK-E got, "Bi vê kampanyayê re em ê dengê xwe bigihînin gelên Elman, Fransa, Flamanî, Îngilîz, Ereb û gelek gelên din û xelekên nû li xelekên azadiyê li dora Rêber Apo zêde bikin."
 
Berfirehiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:
 
“Rêber Apo ev 26 sal in li Îmraliyê di hucreya yek kesî de dîl tê ragirtin û ev 43 meh in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Li Îmraliyê rejîmeke taybet a derveyî mirovahiyê heye. Tecrîd û êrîşên giran ên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo dike, li dijî hemû Kurdan veguheriye êrîşeke qirkirinê. Ev sîstema faşîst her roj êrîşî jinên Kurd, ciwanan, çand, ziman, bawerî, şêweya wê ya jiyanê, xwezaya wê, tevahî hebûna wê û azadiya wê dike.
 
Li dijî şert û mercên dîlgirtinê yên bi komploya navneteweyî re hat destpêkirin, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi çalakiyên curbicur li dehan navendên cîhanê, hatibû destpêkirin. Di roja 10’ê Cotmeha îsal de ev pêngav derbasî sala xwe ya duyemîn bû. Di çalakiyên ku ev salek bêhtir e li tevahiya cîhanê tê lidar xistin de, bandora gerdûnî ya ramanên Rêber Abdullah Ocalan nîşan dan. Vê yekê jî girîngiya hevgirtina enternasyonalîst a ji bo gelên bindest, jinan û hêzên li dijî sîstemê raxistiye pêş çavan. Li tevahiya cîhanê gelê Kurd û dostên gelê me li dijî êşkence û tecrîda mutleq a li ser Rêbertî di nava liv û tevgerê de ne. Daxwaz û hesreta hevpar a tevahiya mirovahiya cîhanê azadiya Rêber Apo ye. Ji bo ev hevgirtin û yekîtiya mezin hîn bêhtir xurt bibe, mezin bibe û pêş bixe; Girîngiyeke mezin e ku li dijî şer, qirkirin, mîlîtarîzm, zayendîperestî, nîjadperestî, wêrankirina xwezayê û pirsgirêkên avhewayê veguhere seknekê.
 
Ji bo me tevahiya jinan ev pir girîngtir e. Rêber Apo afirînerê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ye. Rêber Apo tevahiya jiyana xwe ji bo rizgariya jinê, azadiya gelê Kurd û mirovahiyê feda kir. Ji bo vê bi ser bixîne, têkoşîn û berxwedaneke ku li cîhanê mînaka wê nîne da û ji nû ve zindîkirina bawerî û hêviyê, bi pêş xist. Rêbertiya me 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de, ji bo azadiya jin, civak û mirovahiyê berxwedana xwe ya dîrokî didomîne. Ji bo çareseriya gelek pirsgirêk û şerên li cîhanê bi taybetî jî yên li Rojhilata Navîn Rêber Apo paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojiye bi pêş xist. 
 
Divê AKBK’ê demildest gavên pratîk biavêje
 
Pêngava azadiyê di sala duyemîn de wê berfirehtir bibe û dewam bike. Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” xebata herî bi wate û bi nirx a vê serdemê ye. Di roja me ya îro de ku cîhana me bi şerên qirêj û hov ên hêzên desthilatdaran tejiye, bûye rûyê ronî û demokratîk ê mirovahiyê. Yekane rêya avakirina aştiya Rojhilata Navîn bi jiyanî kirina paradîgmaya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk e. Ji bo vê divê sîstema Îmraliyê bê hilweşandin û şert û mercên ku Rêber Apo bi awayekî azad bijî bên avakirin. Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara ku daye, ji nû ve bigire dest û sîstema Îmraliyê rast pênase bike. Dirêjkirina pêvajoyê saleke din, ji aliyê gelê me, jinan û tevahiya gelên cîhanê ve nayê qebûlkirin û tê wateya sîstema êşkenceyê ji nedîtî ve tê. Komîteya Wezîran a KE'yê ji bo rawestandina êşkenceyê divê bi lezgînî gavên pratîk bavêje.
 
Ji bo gelên Ewropayê bang
 
Bi vê wateyê em wek Tevgera Jinên Kurd a Li Ewropayê (TJK-E) di 21'ê Cotmehê de kampanyaya xwe ya nameyan li ser bingeha kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê' ji Konseya Ewropayê re didin destpêkirin. Em bang li hemû gelên xwe yên li Ewropayê dijîn dikin ku bi daxwaznameyên xwe yên nivîskî re piştgiriyê bidin rewşa Rêbertî. Bi vê kampanyayê re em ê dengê xwe bigihînin gelên Elman, Fransa, Flamanî, Îngilîz, Ereb û gelek gelên din û xelekên nû li xelekên azadiyê ya li dora Rêber Apo zêde bikin.
 
Ji bo Meşa 16'ê Mijdarê em dest bi seferberiyê dikin
 
Her wiha bi vê kampanyayê re em ji bo meşa dîrokî ya mezin a ku em ê di 16'ê Mijdara 2024'an de li Kolnê ji bo azadiya Rêber Apo lidar bixin, dest bi seferberiyê dikin. Bi îradeya ku jin, gelê Kurd û dostên wan nîşan bidin re, em ê careke din azadiya Rêber Apo li qadan biqîrin û ji bo biryarên ku di civîna Wezîran a Konseya Ewropayê hatine girtin nemîne saleke din, em ê têbikoşin. Ji bo ku em ji hêzên komploger hesab bipirsin, em bang li hemû gelê xwe û bi taybetî jî bang li jinên Kurd dikin ku bi xurtî tevlî kampanyaya nameyan bibin û di 16'ê Mijdarê de kuçeyan tije bikin. Têkoşîna me ku bi pêşengiya jinên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo mezin bûye, wê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bişikîne û dersa pêwîst bide.”