MKG: Rojnamegerên jin ên kurd li pey heqîqetê ne

  • 10:28 7 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
AMED -MKG'ê ku derbarê Roja Rojnamegerên Jin de daxuyanî da, diyar kir ku diyar kir ku ew ê weke sembolekê bi biryar kevneşpiya têkoşînê bigihînin pêşerojê.
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), derbarê 8'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Kurd ên Jin de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Îro rojeke taybet a birûmetkirina têkoşîna çapemeniya azad û lêgerîna heqîqetê ya bi biryar a jinên kurd ên rojnameger e. Îro salvegera qetilkirina gerînendeya weşanê ya giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetelli Ersoz e. Gurbetelli pêşenga dîroka çapemeniya Kurd û Tirkiyeyê ye. Em di salvegera Gurbeteli de girîngiya Roja Jinên Rojnameger ên Kurd tînin zimên û li mîrateya wê ji me re hiştiye xwedî derdikevin."
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: "Gurbetelli Ersoz, tevî zextan paşde gav neavêt, şoreşgereke wêrek bû, ew rojnameger û parêzvana mafên jinan bû. Ji bo bibîranîna Gurbetelli ya di 8’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da jinên kurd ên rojnameger di çapemeniyê de ji bo bilindkirina dengê jinan û ji bo bihêzkirina hebûna jinan têkoşîna xwe didomînin. Ev têkoşîn girîngiya cihgirtineke baş a jinan a di nava medya û civakê de tîne zimên. 
 
Ev agair wê wejî bişewitîne
 
Her gav û gotinên Gurbetelli bûye remza me ya di rêya bilindkirina dengê jinan û çapemeniya azad de. Mîrateya Gurbetelli Ersoz a ku got 'Ev agir wê we jî bişewitîne' û her tim bi rastiyê qêriya, cesaret û baweriya jinên kurd ên rojnameger her tim xwedî kir. Hîn jî xwedî dike. 
Jinên rojnameger ên îro tevî zext, binçavkirin û girtinan jî li dû rastiyan direvin li dijî zimanê mêrperest berxwedana xwe dewam dikin. Jinên kurd ên rojnameger ên li qadan bi zext û gefxwarinê rû bi rû dimînin ji bo berdewamiya hebûna çapemeniya azad bi fedakariyeke mezin dixebitin. Rojnameger Rabîa Onver jî ji ber nûçeya çêkir bi van zextan rû bi rû ma. Ev jî mînakeke şênber a van zextan e. Lê belê Rabîa û jinên kurd ên wekî wê lêgerîna edaletê dewam dikin. 
 
Em Gulîstan û Hêro bi bîr tînin
 
Em bi vê munasebetê di heman demê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên bi SÎHA’yan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev êriş perçeyekî zextên li ser jinên rojnameger û kevneşopiya çapemeniya azad e. Gulistan û Hêro jî wekî Nagîhan û Gurbeteli mîna parêzvanên têkoşîna çapemeniya azad cihê xwe yên di berxwedanê de girtibûn. Mîrateya wan ji me re hiştiye wê rihê berxwedanê yê çapemeniya azad jî xurt bike. 
 
Nagîhan bû remza têkoşîna jinên azad
 
Di heman demê de em rojnameger, şoreşger û akademîsyen Nagîhan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmanî hat qetilkirin jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Nagîhanê ji bo pêşketin û belavkirina Jineolojiyê kedeke mezin da, ew bû yek ji remza têkoşîna jina azad. Nagîhanê hem di çapemeniyê hem jî di xebatên xwe yên akademîk de ji bo heqîqeta jinê ji cîhanê re ragihîne hewldaneke mezin nîşan daye. 
 
Em îro di şexsê Gurbeteli Ersoz, Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Bahadîn de hemû kedkdarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û em soza dewamiya meşa di rêya wan de dîsa didin. Em wekî jinên kurd ên rojnameger di wê baweriyê de ne ku wê bi felsefeya “Jin jiyan azadî” heqîqet di tariyê de nemîne û em dîsa tînin zimên ku em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Em bi avakirina MKG'ê serbilind in
 
Herî dawî em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) a ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de hat damezrandin serbilind in ku me ev roj watedartir kir. Wê MKG ji bo cihgirtina hîn zêde ya jinên kurd a di têkoşîna çapemeniya azad de, xebatên xwe dewam bike. MKG wê dengê jinên rojnameger li her derê, li her qadê bide bihîstin. Damezrandina MKG’ê remza sekna bi biryar û wêrek a jinên kurd ên rojnameger a di lêgerîna heqîqetê de ye. "