Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Partiya Gelecekê pêk hat

  • 12:36 16 Kanûn 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Piştî hevdîtinê heyeta Îmraliyê ya DEM Partî û Serokê Giştî yê Gelecekê Ahmet Davutoglu daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Mithat Sancar anî ziman ku konaxa 2'yemîn derxistina qanûnên aştiyê ye û Ahmet Davutoglu jî bi lêv kir ku divê pêvajo ne hêdî lê bi lez bê meşandin.
 
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê li navenda giştî ya Partiya Gelecekê bi Serokê Giştî yê Gelecekê Ahmet Davutoglu re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de parlamenterê Îzmîrê yê Gelecekê Mustafa Bilici, Cigirên Serokê Giştî yên Gelecekê Alaattin Fırat û Ayhansefer Ustun jî cih girtin. 
Hevdîtina tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nêzî seatek û 20 deqeyan kişand. Piştî hevdîtinê endamên heyetê û Ahmet Davutoglu tekildarî hevdîtinê daxuyanî da.
 
Di daxuyaniyê de Mithat Sancar anî ziman ku konaxa 2'yemîn a pêvajoyê derxistina qanûnên aştiyê ne û wiha got: “Me hevdîtineke girîng pêkanî. Gotûbêjeke erênî bû. Di hevdîtinê de em li ser konaxa ku em gihiştinê û niha şûn ve dibê çi bên kirin axivîn. Em êdî di konaxeke nû da nê. Ji niha şûn ve jî hevdîtinên me dê bidomin. Me li ser hevdîtina me ya li Îmraliyê gotûbêj kir. Konaxa nû sererastkirina hiqûqî ye û derxistina qanûnên aştiyê ye. Niha di rojeva me de jî ev hebûn. Li ser vê me nêrînên birêz Davutoglu guhdar kir. Divê mutabakata siyasî bi mutabakata civakî ve pêk were. Mutabakata siyasî nebe nebe ya pêvajoyê ye. Ew pir girîng e. Rêya wê jî gotûbêj in. Em jî bi van hevdîtinan vê yekê armanc dikin. Em dikarin pêvajoyê bi mutabakateke siyasî bi hev re bimeşînin.”
 
Pervîn Buldanê bi lêv kir ku hevdîtina wan erênî bûye û ev tişt gotin: “Konaxa 2'yemîn derxistina qanûnên aştiye ye. Me li ser vê yekê xwest birêz Davutoglu jî piştgiriya vê pêvajoyê bike. Piştî partiyên siyasî em ê birêz Serokomar re jî hevdîtin bikin. Piştre em ê serdana Girava Îmraliyê bikin û encamên van hevdîtinan û parve bikin.”
 
Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku ew di merhaleyeke kirîtîk de ne û wiha axivî: “Di vê konaxê de berpirsyariya me hemûyan heye. Divê em hemû baldar bin. Peywîra komîsyonê ew e ku raporan demildest amade bike û ji raya giştî re parvebike. Piştre jî ji bo zemîna hiqûqî çi hewce ye demildest wê bike. Ez jî di wê fikrê de me ku pêvajo hêdî dimeşe. Em jî hevî dikin mutabakata siyasî pêk were û pêvajo baş rê ve biçe. Mutabakata siyasî pir girîng e. Em ê jî ji niha şûn ve piştgiriya pêvajoyê bikin. Pêvajoya çekberdanê çiqas zû bimeşe pêvajoya qanûnan jî ew qas dê zû bimeşe. Pêvajoya Sûriyeyê jî pir girîng e. Di Rojhilata Navîn de careke din derketina DAIŞ'ê ji bo me pir dijwar e. Divê pêvajoya wir jî li gor mutabakata 10ê Adarê parastina xaka Sûriyeyê û pêkanînên mafên demokratik ên birayên me yên Kurd çareseriyek pêk were. Ez jî spasiya heyetê dikim.”
 
Li ser pirsan Ahmet Davutoglu bi lêv kir ku divê mafê perwerdehiya zimanê Kurdî di çerçoveya mafê mirovan de pêk were. Em vê mijarê weke mijara mafê mirovan dibînin. Ahmet Davutoglu li ser helwesta desthilatê jî got ku berpirsyariya mezin li ser milê desthilatê ye û divê desthilat pêvajoyê bi lez bimeşînê, lê mixabin desthilat pêvajoyê bi lez nameşîne. Ahmet Davutoglu diyar kir ku divê desthilat yeke/î peywîrdar bike ku pêvajoya siyasî jî bimeşîne.