Ji meşa 25’ê Mijdarê daxwaza hezaran:Avakirina jiyanek bê tundî
- 19:45 25 Mijdar 2025
- Ramyarî
STENBOL- Bi hezaran jinên bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li Stenbolê li Qada Tunel hatin ge lhev, li dijî tundiya mêr-dewletê û qedexeyan meşiyan. Jinan li Kolana Îstîklalê barîkat derbas kirin û serhildana ‘Ahlaqê we yê malbatê têk biçe!em ê bijîn’ bilindkirin û peyama ‘bi mîrateya Sakîne Cansiz û Xwişkên Mîrabel’ em ê têkoşîna rêxistinkirî bidomînin.
Li Stenbolê bi hezaran jin bi pêşengiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn ali dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî daketin qadan. Jinên li Qada Tunelê haitn gel tevî girtin rê dest ji meşa xwe bernedan û meşiyan.
Bi hezaran jinên li Taksîm tunelê hatin gel hev dovîzên ‘çi hat serê Rojînê’, ‘Dem dema vejîna jinên ciwane’, ‘li dijî sermaye û patriyarkayê serhildanê mezin bike’, ‘Em dest ji Rojînê bernadin’ hatin hildan. Her wiha bê navber dirûşmeyên Em qadan terk nakin’, ‘jinên hatine qetilkirin serhildana me ne’, ‘Barîkatan veke’ hatin berzkirin.
Bi hezaran jinî barîkat derbas kirin û meş pêk anîn. Piştre daxuyanî hat xwendin. Metna Tirkî Melîke Tahmaz, ya Kurdî jî Hanim Rojbîn Ozmen xwend.
Melîke Tahmaz di daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber me hesta serhildanê zêde kiriye em ligle hevin. Em hev nas dikin. Keda me li malê neha dîtin, em li kargeriyan rastî tacîzan hatin, em bi mirinê hatin tehdîdkirin, em ji ber hebûna xwe hedef hatin girtin. Lê me tu car dest ji jiyana xwe berneda. Me ji hev ji têkoşîna hev ji daxwaza jiyana azad û wekh hêz girt. Mêr xwe li ser jiyana me xwedî maf dibînin. Em vê qebûl nakin. Polîtîkayên desthilatdariyê yên malbatê xurt dikin newekhevî, xizanî û tundiya li ser jinan zêde dike.”
‘Em ê bijîn’
Melîke Tahmaz balkişand ser sala malbatê û daxuyakirin ku sala malbatê ne jinan hewcedariyên pergala serdest ya mêr esas digire û ev tişt got: “Çi bi Gulîstan Doku hat? Mirinên biguman yên Nadîra, Hande, Dîna, Rojîn, Rabîa Naz, Narîn Guan çima nayên ronîkirin? Her cînayeta ku mêr, peywirdarên cemawerî, siyasetmedar, malbat hevkarên wê ne serê wê tê girtin û ev jî zemîna tundiyek din ava dike. Em îro li dijî vê li virin. Em dengê xwe bilind dikin û bi piştevaniya xwe li vir in. Yek ji sedema hebûna me ya li kolanê jî tundiya dewletê ya li ser jinane. Em bi pergaleke ku 25’ê Mijdarê li me qedexe dike re rû bi rû ne. Beriya 25’ê Mijdarê 168 hevalên me hatin binçavkirin û doz lê haitn vekirin. 8’ê Çile de doza me heye. Em li alî aştiyê ne. Em li dijî tundiya mêr-dewletê li qadane. Bi mîrateya Sakîne Cansiz û Xwişkên Mîrabel’ em ê têkoşîna rêxistinkirî bidomînin.”
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.









