Meşa Girseyî ya li Wanê: Wek hevalên Sara, em ê rêxistinbûnê bidomînin
- 20:43 25 Mijdar 2025
- Rojane
WAN - Jinên ku di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi girseyî meşiyan, ev peyam dan: "Wekî neviyên Înanna, ku 104 MEyên wê hatin dizîn, neviyên Lîlîth, ku yekem kes bû ku li dijî serdestiya mêran serî hilda, hevalên Sara, pêşenga têkoşîna azadiya Kurd û xwişkên Mîrabel, em bang li zîhniyeta serdestiya mêran dikin; Em xwe birêxistin bikin."
Bi pêşengiya koma kampanyaya "Em ji bo Jiyanê bi Rêxistin Dibin û Bila Jin Bijîn", di 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de meşek û daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Bi sedan jin li ber Navenda Kirrûbirrê ya Wanê kom bûn û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Gulderen Varli ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), rêxistinên girseyî yên demokratîk, xwendekarên zanîngehê û gelek jin tevlî bûn.
Piştî meşa ji Navenda Kirrûbirra Wan heta Meydana Bajêr, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Daxuyanî bi hem Kurdî û hem jî bi Tirkî hate xwendin. Evindar Akbulut, rêvebira KURDÎGEH, li ser navê koma kampanyaya "Em ji bo Jiyanê bi Rêxistin Dikin û Bila Mirov Bijîn" metina Kurdî xwend, Burcu Şeber, hevseroka IHAMED jî metina Tirkî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em bi kampanyaya ji bo Jiyanê û Domandina Jiyanê xwe bi rêxistin dikin, ji du mehan zêdetir e, mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, bi awayekî bê navber kar û xebatên xwe didomînin, armanca me gihîştina her jineke ku em hêj negihîştinê, an jî dest nedayê, û azadiya jinan misoger bikin, ev şertê sereke yê azadiya civakîye.
Em îro, 25ê Mijdarê, Roja Cîhanî ya Ji bo PêşîlêgirtinaTundiya li ser Jinan, kampanyaya xwe bi dawî tînin. Xwişkên Mirabel, yên ku ji aliyê dîktatoriya Trujîllo ve hatin kuştin û bûne semboleke gerdûnî ya têkoşîna ji bo azadiya jinan, em bi bîr tînin.
Îro em dengê Rojin Kabaiş, Nagihan Akarsel, Cihan Bilgin, Îpek Er,Şûle Çet, Hevrîn Xelef, û hemû jinên ku bedenê xwe bi axê re kirine yek û bûne bêdawî. Dengê me dengê wan e û têkoşîna me berdewamiya jiyana wan e.
Em eşkere dibêjin ku, mirinên gumandar ên jinên, afirînerên jiyanê tu carî tesaduf nînin. Serhildana me ya li dijî mirinên bi guman ên jinan û komkujiyên li ser jinan, ku her yek ji wan encama newekheviya zayendî ye, bêcezayî û polîtîkayên şerê taybet e û her wiha sîstema olî, mîlîtarîst û serweriya mêran e, her roj xurtir dibe. Wekî encama van polîtîkayan, em serhildana xwe ya kûr a li dijî zêdebûna kuştinên jinan, li Bakûrê Kurdistanê, li her devera ku em lê amade ne, vediguherînin berxwedanê.
Sûcdarê eslî yê ku vê zihnîyetê diparêze û sîstema ku tundiya mêran vedişêre, parêzvaniya sûcdaran dike, qîmeta jinan kêm dike û wan dike kesayetiyên Îtaatkar. Em vê zîhniyetê û her şîrove û gotareke ku berhema vê zîhniyetê ye, qebûl nakin û nas nakin. Ji aliyê zîhniyeta mêrê desthilatdar ve heta Mijdara 2025an li cîhanê 86 hezar jin hatineqetilkirin.
Di cîhaneke ku her roj, 140 jin têne qetilkirin, tundî bûye sîstem, laşê jinê dixwazin bikin amûra îstîsmarê, em li vir in ku azadiya xwe, azadiya jinê bi dest bixin, wekheviya zayendî ava bikin û hemû mafên me yên ji siyasetê heta zanist, perwerdeyê heta tenduristiyê hatine standin, bistînin.Em weke şopdarên Înanna. ya ku 104 MEyên wê hatine dizîn û neviyên Lilithê ne, ya ku yekem car li dijî serweriya mêran serî hilda, Hevala Sara, pêşenga têkoşîna Azadiya Kurdan û xwişkên Mirabel in, em bang li zîhniyeta serweriya mêran dikin, Em ê ji bo jiyanê û ji bo domandina jiyanê birêxistinkirina xwe bidomînin.
Tundiya li ser jinan ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, ew pirsgirêkeke siyasî û civakî ye. Di van demên ku qadên jiyanê yên jinê tên teng kirin, Azadiya wan dikin hedef. Em dibînin ku dewlet û saziyên xwe erkên xwe bi cih naynin û mekanîzmayên pêşîgirtina şidetê li ser kaxezê dimîne, zemîna cinayeteke nû ya jinê çêdike lê em dibêjin êdî bes e.
Em li vir in, da ku mirina bi guman a Rojin Kabaiş, Nadira, Gulistan, Semra û Şûleyê di tariyê de hat hiştin û were ronî kirin. Em ê ji bo hemû jinên ku navên wan li ser perçeyek kaxezê mane, li ser rastiyê bigerin û aşkera bikin û em ê sûcdar û kesên ku piştgiriya vê pergalê dikin, berpirsiyar bigirin. Têkoşîna me dê berdewam bike heta ku mafê jiyanê yê jinan bi edaletê were mîsogerkirin. Yek jin jî bi tenê nîn e û dê dinava bêdengiyê de jî neyê ji bîr kirin.
jin nikarin Azad bibin, heya ku ev Pergal neguhere pergaleke ku newekheviya zayendî dubare dike, ked û xebata jinan nedîtbar dike, tundûtiyê normalîze dike, jinan di çarçoveya şerê taybet de, dike kole û sûcdarên tundûtiyê teşwîq dike. Em vê yekê pir zelal dibêjin, Azadiya jinan azadiya civakê ye.
Bi parastina jiyana hev, bi mezinkirina hevgirtinê, bi bûyîna hêza pergalê li hemberî tundîyê, em jin wê vê pergalê biguherînin. Em li vir in, em ji bo hevûdu li vir in. Li kolanan, li qadan, li salonên dadgehê, di medyaya dîjîtal de, li malan, li cihên kar, û li ku derê dibe bila bibe, em heman gotinan dubare bikin. Em dixwazin bijîn. Em tu carî bêdeng namînin, tu carî paşdegav ne avêjin. Ev têkoşîn ne tekoşîna îro ye, ya bi salan e . Em bangewaziya xwe dubare dikin!
Ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinê em daxwaz dikin ku hemû sazî erkên xwe bi cih bînin, polîtîkaya bêcezabûnê bi dawî bibe, sûcdarên şidetê neyên parastin, hemû sepanên zagon û îdarî yên ku qadên Azadiyê yên jinê teng dikin bên rakirin.
Ji bo Rojînê û ji bo her jina ku hatiye qetilkirin û windakirin, ji bo jiyanên nîvcomayî, ji bo jîn û jiyînê em têkoşîna xwe bi rêxistin dikin.
JIN, JİYAN, AZADÎ!”









