Ji Zimanxaneyê bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê ji bo kongreyê bang
- 09:03 27 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Zimanxane ku li Umraniyê dersên Kurdî dide kongreya xwe ya yekemîn di 29’ê Mijdarê de pêk tîne. Endamên komîsyona kongreyê ji bo xurtkirina daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê banga kongreyê kir.
Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Çand û Zimanê Kurdî (Zimanxane) di 21’ê Hezîranê de li navçeya Umraniya ya Stenbolê hat avakirin. Komeleyê di 6 mehan de di du polên zarokan û sê polên mezinan de perwerdehiya ziman da û asta yekemîn temam kir. Xwendekar wê di 28’ê Mijdarê de sertîfîkayên xwe bigirin. Her wiha komele bi armanca xurtkirina daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê wê di 29’ê Midjarê de kongreya xwe ya yekemîn pêk bîne. Endamên komîsyonê Hulya Darak, Şengul Bîngol û Sakîne Boynuegrî der barê kongreyê de axivîn.
‘Divê em Kurdî hepsê nav çar dîwaran nekin’
Hevseroka Zimanxane Hulya Darak da zanîn ku komele di 21’ê Hezîranê de hatiye vekirin û 4 mehan dersên kurdî dane û got: “J ibo zarokan du pol ji bo mezinan sê pol hatin vekirin. Li metropolan vekirina saziyên ziman girîng e. Malbatên Kurd kêfxweş dibin. Bi zarokên xwe re tên saziyê. Xwedî li saziyên xwe derkevin. Perwerdehiya ziman ji malê destpê dike û piştre li dibistanê didome. Ji ber vê jî divê hemû malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Em di 29’ê Mijdarê de diçin kongreyê û em hemû kesî vexwendiyê kongreya xwe dikin.”
‘Têkoşîna me wê bidome’
Şengul Bîngol jî da zanîn ku ew amadekariyên kongreyê dikin û wiha got: “Heta dewlet gavên şênber navêje, statuya fermî ya ziman neyê dayin wê têkoşîna me bidome. Em di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji bo ziman têdikoşin. Em vê mijarê bi dewletê re nîqaş dikin. Em ji bo zimanê xwe statuyê dixwazin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê kongreya xwe dikin.”
Sakîne Boygnuegrî jî wiha vegot: “Divê ji bo statuya fermî ya zimanê dayikê hemû kes têbikoşin. Divê piştgiriya saziyên ziman bê kirin û hejmara saziyan bê zêdekirin. Gel eleqeyek mezin nîşanê saziyan difin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê kongreya xwe dikin. Ziman ji bo me girîng e. Em bi zimanê xwe biaxivin û ligel hev bin.”







