Platforma JÎNA: Tundiya li ser jinan sûc e

  • 13:41 25 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma JÎNA di daxuyaniya bi mebesta 25’ê Mijdarê de diyar kir ku kuştina jinan li Îranê û bi taybetî li Kurdistanê, nabe ku wekî bûyerên yekane bên hesibandin û banga têkoşîna civakî kir.
 
Navenda Nûçeyan –  Platforma Jinan a Rojhilatê Kurdistanê (JÎNA), di daxuyaniyeke ku bi armanca 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hatiye weşandin de, tekez kir ku tundiya li ser jinan ne kevneşopiyek an rewşek normal e, sûcek e jî. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nebaşbûna yasayên parastinê, astengiyên li pêşiya gihîştina jinan a ji bo edaletê, bêdengiya saziyên berpirsyar û bêcezatiya sûcdaran, dibe sedema berdewamiya tundiyê.
 
JÎNA, tekez kir ku tundiya li dijî jinan pirsgirêkek avahîsaziyê ye ku ji newekheviya zayendî û îdeolojiyên serdest ên mêran derdikeve. JÎNA, bal kişand ser ‘kuştinên namûsê’ yên jinan li Îranê, bi taybetî li Kurdistanê. JÎNA tekez kir ku divê ev kuştin wekî nakokiyên takekesî an malbatî neyên dîtin û destnîşan kir ku kontrola li ser jiyan û bedena jinan, newekheviya yasayî û bêcezatiya sûcdaran, tundiyê gur dike.
 
Polîtîkayên zordariyê jin xistine bin kontrola xwe
 
Di daxuyaniyê de her wiha behsa polîtîkayên tepeserkirinê yên Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî jinên Kurd hat kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku girtinên sîstematîk, destwerdanên li dijî jinan li kolanan, polîtîkayên paqijkirina çandî û êrîşên leşkerî yên li Kurdistanê, mafên siyasî û civakî yên jinan sînordar dikin, beden û dengê wan dikin bin kontrolê.
 
JÎNA, diyar kir ku kuştinên jinan ên vê dawiyê li Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, nayên hesibandin ku bûyerên yekane ne. JÎNA, da zanîn feraseta ku jinan wekî milk dibîne, mafê wan ê biryardana li ser jiyana xwe înkar dike û tundiyê ji nû ve hildiberîne.
 
'Divê rolê jinan bê xurtkirin'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo bidawîkirina çerxa tundiyê têkoşînek hevbeş û guhertinek di têkiliyên hêzê de pêwîst e, divê pozîsyona jinan di siyaset û civakê de bê xurtkirin. JÎNA tekez kir ku reformên rûkal û sozên tên dayîn,  ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têr nakin.
 
Platformê daxuyaniya xwe bi banga ji bo rêxistinên siyasî û civaka sivîl, rêxistinên jinan û gelê Kurd bi dawî kir ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, mîna berpirsyariyek civakî ya hevpar bihesibînin. Platformê diyar kir ku divê maf, rûmet, azadiya jinan, kêmneteweyên zayendî bê parastin û daxwaza bidawîanîna tacîz, girtin, îşkence û cezayê darvekirinê kir.