Ji jinên Kurd ên li Rûsyayê daxuyaniya têkildarî 25'ê Mijdarê
- 13:38 25 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Jinên Kurd ên li Rûsyayê bang li jinan hemûyan kir ku li hemberî her cûre tundiyê hevgirtî bin.
Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê Tevgera Giştî ya Navneteweyî ya Jinên Kurd û Rêxistina Gİştî ya Herêmî ji bo Pêşvebirina Mafên Jinên Kurd 'Viyan' bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek dan.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em, jinên kurd ên li Rûsyayê, bi helwesteke zelal û bi dilsozî radigihînin: 25'ê Mijdarê ne tenê roja xemgîniyê ye, roja rabûnê ye. Em roja şîdeta li jinê bi bîr tînin ne ji bo ku tenê xem bikin, lê ji bo ku bi hêztir rabin. Em bi êş û bi rûmet li hemû jinan a dinêrin û bi dengekî yekgirtî dibêjin: 'Na ji şîdetê re, erê ji jiyanê, rûmetê û azadiyê re!"
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Em li Rûsyayê ne lê dilê me bi welat, bi ziman, bi çand û bi kevneşopiyên xwe re ye. Em dizanin ku nasname ne tenê bîranîn e, nasname berxwedan e. Jin parêzvanê ziman, çand û rûmetê ne. Em vê mîrateyê bi destê xwe digirin û didin nifşên nû. Em ji felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bawer dikin. Ev ne tenê slogonek e, ev bingeha jiyaneke azad û dadmend e. Em dikarin bi hev re civakekê ava bikin ku tê de jin ne qurbanî, ne bêdeng bin, lê xwedî biryar û azad bin."
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li jinan hate kirin:
"Werin em li dijî her cûre şîdeta laşî, psîkolojî, aborî û civakî yekgirtî bin. Werin em ji hev re bibin pişt bi hev re. Werin em bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi hebûna xwe, rûmeta jinê li her deverê bilind bikin. Em ê têkoşînê bidomînin. Em ê nehêlin bêdengî li ser me were ferz kirin. Em ê bi hêz, bi hevgirtin û bi hêviyê berdewam bikin, ji bo jinan, ji bo jiyanê, ji bo azadiyê."









