'Kiryarên fonê serbest in, lê girtiyên nexweş?'
- 09:25 25 Mijdar 2026
- Rojane
ENQERE - Malbatên girtiyên nexweş neh roj in li pêşiya Wezareta Dadê dipirsin: “Ma dê kesek vî dengî bibihîze?” Dema malbat li gel hewaya sar nobeda xwe digirin, wezîra berê Fatma Betul Sayan Kaya ku di lêpirsîna fonê de hatibû girtin, bi hinceta ku “tansiyona wê bilind bûye” hate berdan.
Malbatên Girtiyên Nexweş ku ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiye yê hatine Enqereyê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê çalakiya nobedê ya bêdem dan destpêkirin. Nobet bi serdanan berdewam dike.
Ligel nobeda ku ji bo girtiyên nexweş berdewam dike jî Wezîra kevn û Cîgira Serokê Giştî ya AKPê ya berê Fatma Betul Sayan Kaya di çarçoveya lêpirsîna derbarê gendeliya fonê de 6'ê Mijdarê hatibû girtin û bi biryara hepsê malê hate berdan. Fatma Betul Sayan Kaya piştî 18 rojan berdan.
Dema dayik û xizmên girtiyên nexweş û siyasî li ber deriyê Wezareta Dadê ji bo girtiyên li ber mirinê edaletê dixwazin, biryarên berdanê û mafê dermankirinê yên ku bi salan e ji bo girtiyên nexweş nayên dayîn, ji bo rêveberên AKP’yî di 19 rojan de ketin meriyetê.
Têkildarê cudakariyê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal û Dîlan Kunt Ayan nêrinên xwe anî ziman.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal diyar kir ku ew serbestberdana Fatma Sayan a ku hîn sê hefte jî di ser girtina wê re derbas nebûye bi şaşmayînê dişopînin û wiha axivî: "Li gorî ku di çapemeniyê de hatiye weşandin, li ser îtîraza girtinê ya bi hinceta pirsgirêkên tenduristiyê, biryara kontrola edlî ya hepsa malê hatiye dayîn. Fatma Betul Sayan Kaya, bi qasî nîvê wê dema ku girtiya nexweş Newroz Bozkurt li benda bersiva daxwaza şandina Saziya Tipa Edlî (ATK) maye jî girtî nema! Fatma Betul Sayan Kaya piştî îtîraza bi hinceta tenduristiyê di 18 rojan de hat berdan, lê daxwaza şandina ATK’ê ya Newroz Bozkurt 43 roj in bêbersiv e. Her çiqas derbarê pirsgirêkên tenduristiyê de hûrgilî nebin jî, hin ajansên nûçeyan ev yek bi hinceta ‘bilindbûn û daketina tansiyona wê, bêhişketina wê’ ragihandine. Li vir divê bê pirsîn: Baş e, ya girtiyên nexweş ên penceşêrê?”
Newroz Uysal axaftina xwe wiha domand: “Girtiyên jin ku demeke dirêj e neçar in bi cureyên cuda yên penceşêrê re têbikoşin, ji bo yên ku ji bo şandina nexweşxaneyê bi mehan di Saziya Tipa Edlî de tên rawestandin û ji bo girtiyên ku ji bo wergirtina biryara taloqkirina înfazê ev sal û nîvek e ji nexweşxaneyekê din, ji tipa edlî bo girtîgehê di nava proseduran de tên fetisandin, edalet li ku derê xwe nîşan dide? Di mijareke ku wezîreke berê, siyasetmedareke AKP’yî û sermaye tê de cih digirin û bi milyonan mirov tê de bûne mexdûr de, dikarin gelekî bi lez encama serlêdana xwe bistînin; lê ji bo girtiyên nexweş ên giran heman lez, heman lezgînî û heman hestiyariya parastina mafê tenduristî û jiyanê nayê meşandin. Di heman demê de rast hatina vê mijarê ya tam di dema nobeda malbat û saziyên mafan a li pêşiya Wezareta Dadê de, di nav xwe de mijareke trajîk e. Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da, lê îro bi sedan girtî û girtiyên nexweş hene ku li benda şandina nexweşxaneyê ne, serlêdanên wan ên berdanê tên rawestandin, li benda encamên raporên Saziya Tipa Edlî ne û li ber mirinê tên hiştin.”
'Di nav 19 rojan de çi guherî?'
Parlamentera DEM Partiyê Dilan Kunt Ayan diyar kir ku AKP ji bo sarbûna berteka raya giştî bi şêwazê “kî dibe bila bibe em ê li ser dosyayê biçin” nêzî mijarê bûye û wiha bi lêv kir: “Bi girtina Fatma Betul Sayan Kaya re jî nîşan da ku ev yek li ser navekî sembolîk kiriye. Ji hatina Sayan Kaya ya edliyeyê heta girtina wê, ji tevahiya pêvajoyê û pêşveçûna bûyeran ev yek dihat fêmkirin. Helbet hilbijartina Fatma Betul Sayan Kaya ya wekî sembol, wê nake mexdûra vê dosyayê an jî qurbaniyeke siyasî. Jixwe derbarê kirina vî sûcî de têra xwe delîlên şênber hene. Her wiha di biryara girtinê de jî giraniya gumana sûc, îhtîmala revê û reşkirina delîlan hatibû nirxandin. Eşkere ye ku ev krîza mezin a darayî ne tenê ji kesekî pêk tê. Jixwe Wezîrê Dadê jî ji ber ku di çarçoveya rêxistineke sûc a birêxistinkirî de ye, behsa lîsteyên ji bi sedan kesan kir. Ev lîste heta astên herî jor ên burokrasî û siyasetê dirêj dibin. Baş e, ev nav li ku ne? Çima hîn nehatine eşkerekirin? Helbet dayîna biryara girtinê nayê wê wateyê ku divê kes di tevahiya darizandinê de girtî bimîne. Tedbîrên berdan û kontrola edlî jî beşek ji hiqûqê ne. Lê belê ya ku li vir divê bê pirsîn ew e ku di nav 19 rojan de çi guherî?”
Newekheviya edaletê
Dilan Kunt Ayan axaftina xwe wiha domand: “Li hemberî berfirehiya lêpirsînê, tora pêwendiyan û îdiayên ku ketine raya giştî, hinceta ku tedbîra hepsa malê têrker hatiye dîtin çi ye? Malbat ji bo girtiyên nexweş bi rojan e li ber deriyê Wezareta Dadê ne. Biryara berdanê ya ku bêyî bersivdayîna van pirsan hatiye dayîn, helbet di mijara wekheviya edaletê de nîqaşên cidî derdixe holê. Ji ber ku dema li aliyekî ev tişt diqewimin, li aliyê din di heman pergala hiqûqê de gelek neheqî bi hemû leza xwe didomin. Binêrin, bi rojan e li ber deriyê Wezareta Dadê têkoşîneke edaletê heye. Îro li Enqereyê li pêşiya Wezareta Dadê biryardariya çalakiya bêdem a xizmên girtiyên nexweş heye. Newroz Bozkurt bi losemiyê, Evîn Zapsu jî bi penceşêra qonaxa çaremîn re têdikoşe. Rîska li ser jiyana wan her roj û her saet zêde dibe. Dayik, malbat û xizmên girtiyên nexweş bi rojan e li ber deriyê Wezaretê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Daraz û rêveberiya ku dengê van dayikan nabihîze û ji bo girtiyên nexweş ên li ser xeta di navbera jiyan û mirinê de li bendê ne nakeve tevgerê, dema mijar dibe rêvebereke berê ya AKP’yê, dikare di nav 19 rojan de biryara hepsa malê bide.”
'Ma li Tirkiyeyê du hiqûqên cuda hene?'
Dilan Kunt Ayan, Tuncer Saglam û Abdullah Tirpan ên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û wiha got: “Mirov hene ku bi biryarên şewitandina înfazê yên cara 7’emîn û 8’emîn tên dayîn berdana wan tê astengkirin û tevî nexweşiyên xwe yên giran di girtîgehê de tên girtin. Îro hawara ku ji bo Newroz Bozkurt û Evîn Zapsu bilind dibe, bangeke gelekî lezgîn e da ku mirinên nû rû nedin. Ji bo hemû girtiyên nexweş bang e. Ji bo kesên ku berdana wan tê astengkirin û rastî muameleyên keyfî tên, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bêhiqûqiyên di darazê de bang e. Îtîraza me ne li ser berdana kesekî ye; lê li ser wê yekê ye ku li welatekî dema derfetên berdanê ji bo hin kesan bi lez tên bicihanîn, çima ji bo girtiyên li ber mirinê nayên bicihanîn. Ma rêbazeke darizandinê ya ku em pê nizanin heye? Ma di qanûnê de xala ‘bêcezakirina AKP’yiyan’ heye? Ma CMK’yeke din heye ku qanûna li kesên di heman rewşê de ne û heta li yên di rewşeke girantir de ne nayê sepandin, li wezîreke berê tê sepandin? Ma li Tirkiyeyê du hiqûqên cuda hene? Ji bo AKP’yî û yên nêzî desthilatdariyê hiqûqeke din, ji bo girtiyên siyasî yên Kurd û girtiyên nexweş hiqûqeke din tê sepandin?"









