Nuray Ozdogan:Ji bo aştiyê qanûnên nû pêwistin

  • 09:04 25 Mijdar 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE-Ji Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê parêzer Nuray Ozdogan da zanîn ku piştî qanûna çarçoveyî divê di Qanûna  Înfazê de guherîn bê kirin, mafê hêviyê bigihêje ewlehiya qanûnî û TMK bê rakirin û got: “Pêvajoya duyemîn niha dest pê dike. Ji bo aştiyê qanûnên nû pêwist in.”
 
Ji bo pêkanîna qanûna çarçoveyî ya hejmar 7595 a di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat derxistin, biryara MGK’ê tê payîn. Ji Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê parêzer Nuray Ozdogan  der barê pêvajoyê, mafê hêviyê, sererastkirinên înfazê û rewşa girtiyan de nirxandin kir.
 
‘Divê biryara MGK’ê bê weşandin’
 
Nuray Ozdogan got ji bo pêkanîna qanûna çarçoveyî biryara MGK’ê tê payîn û wiha anî ziman: “Ji bo qanûn pêk bê divê MGK biryarê bide. Divê ew bê weşandin. Piştî biryara MGK’ê wê bikeve meriyetê. Qanûn  ji bo girtiyan, ji bo kesên der barê wan de doz hatiye vekirin, ceza lê hatine birîn, taloqkirina taybet pêşkêş dike. PiştÎ qanûn bikeve meriyteê 6 meh şûnde der barê hemû PKK’î û pêkhateyên girêdayê wê de mafê serlêdanê heye. Kesên hatine mahkumkirin jî tê de.”
 
‘Rewşa girtiyên nexweş krîtîk e’
 
Nuray Dogan balkişand ser girtiyên nexweş û daxuyakirin ku rewşa girtiyên nexweş krîtîk e û got: “Rewaşa wan niha di rojevê de ye. Girtiyên siyasî bi awayekî dijhiqûqî hatine girtin. Bi taybet rewşa girtiyên nexwşe pir krîtîk e. Tecrîd giran e. Şertên girtîgehan giranin. Girtiyên nenexweş jî di bin xeterê de ne. Piştî qanûna çarçoveyî hewce bi sererastkirinên pêvek jî heye. Qanûna çarçoveyî tenge. Bêguman tahliyeyan pêşniyar dike. Vegeran dihewîne. Lê piştî veger û tahliyeyan wê der barê van kesan de çi pêk bên?Mirov wê bi daxwaza ‘ez daxwazim ji qanûnê fêdeyê bigirim’ wê serlêdanê bikin.Mijara taloqkirinê de wê lijnde biryarê bidin. Piştî qanÛn bikeve meriyetê jî krîtîke. Sererastkirinên tên kirin jî pir krîtîk in.”
 
‘Divê baweriyê bidin’
 
Nuray Ozdogan  bi lêv kir ku ji bo pêvajo bimeşe divê hawira baweriyê jî pêk bê û got: “Heta niha destilatdariyê, hikûmetê baewrî nedaye. Belê gotin em aştiyê pêk tînin lê bawerî nedan.Divê bi civakê re bawrî bê afirandin. Berdana çekan bi nirxe. Ji bo serlêdan bi bawrî bên kirin divê kes ji muxatab bawer bikin û serlêdanê bikin. di qanûnê de 6 mehên wek dem hatiye dayîn kurte. Di demek evqas kurt de serlêdan kirin bi rîske. Wê bi pêvajoyê bawer bike,  wê biryara taloqkirinê bide? Encamên taloqkirinê çi ne? De rabarê vê de hîna sererstkirin tune ye. Divê sererastkirinên  pêvek yên qanûnî bên kirin. Her wiha di Qanûna Înfazê de jî divê bi lez guherîn bên kirin.”
 
‘Divê mafê hêviyê bikeve bin ewlehiya qanûnî’
 
Nuray Ozdogan  der barê mafê hêviyê de jî axivî û destnîşan kir ku divê der barê mafê hêviyê de jî sererastkirin bê kirin û wiha domand: “Mafê hêviyê bi biryara Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê ket rojeva me. Lê şertên der barê tahliyeya bi şert divê di Qanûna Înfazê de biguhere. Divê sererastkirinên der barê Lijneya Îdarî û Şopandinê de bê guhertin. Divê Lijneyên Îdarî û Şopandinê bi giştî ji holê bên rakirin. Mafê hêviyê jî girêdayê vê ye. Bêyî mafê hêviyê girtî mayîn alternatîfa darvekirinê ye. Divê mafê hêviyê bikeve bin ewlehiya qanûnî. He rwiha divê rapora komîsyona meclîsê û qanûna çarçoveyî   de pêkanînê de divê bi hev re bên nirxandin û nîqaşkirin.  Berovajî vê şîrovek kêm be. Wê şîroveya şaş be.”
 
‘Pêvajoya duyemîn destpê dike’
 
Nuray Ozdogan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêvajoya aştiyê bi têkoşîna civakî dikare pêş bikeve û got: “Bêyî îradeya gelan pêvajo nikare pêş bikeve. Piştî Qanûna çarçoveyî divê di Qanûna  Înfazê de guherîn bê kirin, mafê hêviyê bigihêje ewlehiya qanûnî û TMK’ê bêrakirin . Pêvajoya duyemîn niha dest pê dike. Ji bo aştiyê qanûnên nû pêwist in.”