Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

  • 11:54 15 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” ku ji aliyê OHD û HDKê ve tê lidarxistin dest pê kir. Panel dê 3 rûniştinan pêk were û li ser mijarên cur bi cur nirxandin bên kirin.
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li eywana navenda TUMBEL-SEN a navçeya Çankaya ya Enqereyê panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” li dar dixin. Hiqûqnas û gelek kes tev li panelê bûn.
 
Panel bi axaftina vekirinê ya Endama Meclisê ya Partiya Avakirinê ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) Çagla Ozgençturk ve dest pê kir. Çagla Ozgençturk bi lêv kir ku ew dê di panelê de li ser di krîzan de avakirina Civaka Demokratîk biaxivin û qala bernameya panelê kir.
 
Panel dê bi 3 rûniştinan pêk were û li ser gelek mijaran gotûbêj bên kirin. Bernameya panelê wiha ye;
 
Rûniştina yekem
 
Ji qanûnan ber bi jiyanê Civaka Demokratîk ve
 
Moderator: Parêzer Berfîn Babaoglu
 
Axivêr: Endama OHDê parêzer Ebru Akal, siyasetmedar Muhîttîn Altin û Civaknas Muzaffer Kaya
 
Rûniştina 2yemîn
 
Ji dinyayê û Tirkiyeyê pêvajoyên aştiyê
 
Moderator: Parêzer Berfîn Babaoglu
 
Axivêr: Pisporê têkiliyên civakî yê navneteweyî Celîl Kaya û parêzvanê mafê mirovan Ahmet Faruk Unsal
 
Rûniştina 3yemîn
 
*Civakîbûna aştiyê
 
Moderator: Sila Delîoglu
 
Axivêr: Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş û Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Mafan parêzer Şakîr Çalişkan
 
*Gotina hevpar li ser Aştî û Civaka Demokratîk
 
Moderator: Çagla Ozgençturk