'Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye'
- 10:13 12 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Gel a Şengalê cangoriyên 74 fermanan û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku ji bo bicihanîna nasname û îradeya azad wê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.
Meclîsa Gel a Şengalê bi wesîleya salvegera 11'emîn a rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Piştî berxwedaniyek mezin û bêhempa ku ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistan û şervanên Êzidî ve hat dayîn, axa pîroz a Şengalê di 13’ê Mijdara 2015’an de hat rizgarkirin. Di pêşengiya fermandarên nemir Şehîd Dilşêr Herekol, Egîd Civiyan, Berfîn Nûrhaq, Nûjîn Amed, Çeko Çatak, Saît Hesen, Berxwedan Tolhildan, Dijwar Feqîr û Zerdeşt Şengalî ve rizgarkirin misoger bû. Dîroka gelê me çawa bi êrîş û fermanan tijî ye, ewqas jî egîdên vî gelî bi berxwedana xwe herdem destanên serkeftinê nivîsandine.
Ked û tekoşîna ji bo azadkirina Şengalê hate dan, rê li ber biryardarî û xwedî li hebûna civakbûna xwe derketinê vekir. Bi avakirina jiyanek azad rupelek nû di dîroka civaka Êzidî de hat vekirin. Bi avakirina saziyên civakî û demokratîk gelê me gihîşt vê qonaxê ku dewleta Îraqê jî bi awayekî erênî nêzî civaka me bibe û ji bo entegrasyona demokratîk gavên girîng biavêje. Ev pêşketin û asta ku îro em gihiştinê bi saya ked û hewldana Rêber Apo pêk hat. Felsefeya Rêber Apo bû hîmê xwerêxistinkirin, pêşxistin û ji nude avakirinê. Îro jî gavên li gel dewleta Iraqê ji bo entegerasyona demokratîk tê avêtin bi pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo dayî destpêkirin ve girêdayî ye.
Şengal bi keda zarokên xwe hate rizgarkirin, îro jî bi entegrasyona demokratîk hêza parastina civaka xwe digre destê xwe. Çawa ku îro keç û xortên Êzidî ji bo ku carek din rê nedin fermanan, wek parêzvanê civakê li ser erk û berpirsiyariyê xwe bin, bi heman rengî civaka demokratîk jî bi armanca gihiştina îradeya xwe ya siyasî xwedî biryar û hêze. Armanc û tekoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye. Wek civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê ev 12 sal in, me bi biryardariyek mezin civakbûna xwe ava kir û bi îradeya civaka azad karê xwe meşand. Naskirina îradeya siyasî ya civakê wê dewleta Iraq hîn zêdetir bi hêz bike û yekîtiya nav welat xurtir bike.
Bi vê baweriyê, em bang li tevahiya gelê xwe, nas û dostên xwe dikin ku vê roja dîrokî li her derê bi kelecana Cejnê pîroz bikin. Her wiha em bang li hemû gelê xwe yê Şengalê dikin ku roja 13’ê Mijdarê saet di 14:00’an de li navenda Şengalê li cem Medreseya Sor beşdarî şahiya pîrozbahiya 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bibin."







