Meclisa ÎBB'ê ya DEM Partiyê daxuyanî da

  • 14:36 10 Mijdar 2026
  • Rojane
STENBOL - Endama Meclisa ÎBBê ya DEM Partiyê Gulşen Kal Ûzûnyayla diyar kir ku ew derbasî partiya xwe bûn ji niha şûnde ew ê xebatên xwe bi navê partiya xwe bidomînin û wiha got: “Em ê ji niha şûnde bibin dengê jinan, ciwan tevahî beşên civakê.”
 
Endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ya DEM partiyê derbarê damezrandina koma DEM partiyê daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya DEM partiyê ya Beyogluyê pêk hat. 16 kes ji Meclîsa ÎBByê DEM partiyê tev li daxuyaniyê bû.
 
‘Koma DEM Partiyê dê ji bo zimanê Kurdî xebatên xwe berfirehtir bike’
 
Di serî de Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî. Arîfe Çinar diyar kir ku îro li wir civînekî girîng pêk hatiye û wiha got: “Di hilbijartina 31ê Adarê de stratejiyek ku mafê gelan diparêze hebû. Ev stratejî girîng bû. Namzeta CHPê hate hilbijartin. Lihevhatina Bajêr derket holê. Bi vê gelek kes hate hilbijartin. Endamên ku hatin hilbijartin êdî bi navê DEM Partiyê dest bi xebatên xwe dikin. Xebatên parastina bajaran û demokrasiyê dê berdewam bike. Heta niha seknekî parastina demokrasiyê hebû ji niha şûnde jî dê heman rewş bidome. Êdî em bi hev re ne. Ji salên berê ve em herdem li dijî bêhiqûqiyê sekinîn. Di hilbijartina ÎBBê de jî heman sekna me dê bidome. Koma DEM Partiyê ji niha şûnde ji bo zimanê Kurdî xebatên xwe berfirehtir bike.”
 
‘Em ê xebatên xwe bi navê partiya xwe bidomînin’
 
Paşê ser navê komê endamê Meclîsa ÎBBê Gulşen Kal Ûzûnyayla destnîşan kir ku di hilbijartina 2024an de di lîsteyên CHPê de ew hatin hilbijartin û wiha axivî: “Em derbasî partiya xwe bûn ji niha şûnde em ê xebatên xwe bi navê partiya xwe bidomînin. Em ê ji niha şûnde bibin dengê jinan, ciwan tevahî beşên civakê.”