Li Bolîvyayê di 10 mehan de 70 jin hatin qetilkirin
- 20:33 8 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Bolîvyayê cenazeyên jinên ku ji meha Nîsanê û vir ve winda ne, hatin dîtin. Bi vê yekê re hejmara jinên hatine qetilkirin, derket 70’ê. Li gorî daneyên serdozgeriyê, 32 hezar û 444 sûc ên li ser esasê zayendperestiyê qewimîn.
Serdozgeriya Bolîvyayê ragihand ku navbera 1’ê Çile-25’ê Cotmehê de li welat 70 jin hatine qetiklirin. 23 cînayet li La Paz, 14 li Cochabamda, 12 jî li herêma herî qelebalix a welêt Santa Cruz qewimîn.
Cînayeta dawî li cotgeheke şaredariya Warnes a li herêma Santa Cruz, derket holê. Malbata jina 33 salî ya ku ku ji meha Nîsanê ve winda bû, difikirî ku ew li Şîliyê ye. Di lêpirsînê de derket holê ku jin ji aliyê hevserê xwe ve hatiye kuştin û cenazeyê wê bi alîkariya kesekî din ê gumanbar hatiye veşartin.
Li gorî daneyên serdozgeriyê, 32 hezar û 444 sûc ên li ser esasê zayendperestiyê qewimîn.







