TJA'yê li Deriyê Sînor ê Kapikoyê starta 25'ê Mijdarê da

  • 15:31 8 Mijdar 2026
  • Rojane
WAN - TJA'yê starta çalakî û bernameyên 25'ê Mijdarê li pêşiya Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê navçeya Seravê da û da zanîn ku ew dê li hemberî siyaseteka ku mafê jiyanê yê jinan, îradeya wan a azad an jî têkoşîna wan a kolektîf dike hedef, serî netewînin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), starta çalakî û bernameyên ku dê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Wanê bên lidarxistin, li pêşiya Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya li navçeya Seravê bi daxuyaniyekê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” hat vekirin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî têkoşîna jinan” hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partî Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Oznûr Bartin, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên jinan û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.
 
Metna daxuyaniyê li ser navê jinan ji aliyê aktivîsta TJA'yê Şehrenaz Gezîcî ve hat xwendin.
 
Şehrenaz Gezîcî diyar kir ku dengê îro ew ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê bilind dikin, ne tenê ji bo vê herêmê ye; ev ji bo hemû jinên li çar aliyên cîhanê ye ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin e. Şehrenaz Gezîcî da zanîn ku tundî sînoran nas neke lê piştevaniya jinan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê jî bi sînoran nayê rawestandin û wiha got: “Em ê li hemberî tu siyaseteke ku mafê jiyanê yê jinan, îradeya wan a azad an jî têkoşîna wan a kolektîf dike hedef, serî netewînin. Bi saya hêza xweser, îradeya hevpar û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan, em ê bi hev re jiyaneke ji tundiyê dûr, wekhev û azad ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.