KNK’ê ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir
- 12:05 7 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê daxuyanî da û got: “Divê PDK, YNK û hemû hêzên siyasî, demildest bi ruhê berpirsiyarî û disoziyê vegerin ser maseya diyalogeke berfireh.”
Di Cotmeha sala 2024'an de hilbijartinên parlamentoyê hatin lidarxistin û PDK 39 kursî, YNK'ê 23 kursî û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xist. Ji bo kombûn û belavkirina rayeyan pêdivî ji sedî 50 û zêde 1 parlamenteran heye. Ji bo avakirina hikûmetê ev hejmar dike ku lihevkirinek di navbera aliyan de hebe. PDK dixwaze piraniyan kursiyên wezîran û giranî erk di destê wan de be, YNK jî dixwaze erkên îdare, ewlehî bandorê li ser jiyanê dikin belavî rêveberiyên herêmî bibin û ev nîqaş her carê piştî hilbijartinê neyên rojeva wan. Aloziya heyî û hejmara kursiyan ji bo avakirina hikûmetê lihevkirinê ferz dike.
Têkildarê mijarê Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KNK’ê bi vî rengî ye:
“Kurdistaniyên hêja, welatiyên birêz;
Herêma Kurdistanê niha ber bi qonaxek hestiyar û aloz ve diçe. Berdewamiya nakokiyên siyasî û kûrbûna derzên di navbera saziyên rêveberiya Herêma Kurdistanê de rasterast bandor li ser aştî, parastina destkeftiyên destûrî û jiyana gelê Kurdistanê kiriye. Ev rewşa nexwestî, berjewendiyên bilind ên neteweya me dixe bin metirsiyeke xeternak û mezin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji destpêkê ve weke sîwanek Niştimanî - Neteweyî bi berdewamî xebitiye da ku diyalog û lihevkirin bibe alavê çareserkirina nakokiyên navxweyî. Baweriya me ew e ku berjewendiyên bilind ên welat û gelê me, xala herî giring a berpirsiyariya neteweyî û niştimanî ye û pêwîste li jora her berjeweydîyeke hizbî ya hemû aliyan be.
Piştî hilbijartinên dewreya şeşemîn ên Parlementoya Herêma Kurdistanê di Cotmeha 2024’an de, KNK’ê bi hemû daxuyanî û bi rêya şandeyên fermî ev daxwaz ji hemû aliyan kiriye û li ser pêwîstiya lezgîn a aktîfkirina parlementoyê û pêkanîna hikûmetek bihêz tekez kiriye. Her wiha di hevdîtin û civînan de xetereyên demdirêj ên berdewamiya rewşa siyasî ya xitimî analîz kiriye û amadebûna KNK’ê ji bo navbeynkariyê û aramiyê helwesta xwe diyar kiriye.
Di vê mijarê de, ji bo parastina asayîşa neteweyî û aramiya herêmê, KNK vê banga lezgîn dike:
* Pêwîste rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û her wiha hemû hêzên siyasî, demildest bi ruhê berpirsiyarî û disoziyê vegerin ser maseya diyalogeke berfireh da ku bigihîjin lihevkirinek neteweyî û niştîmanî.
* Pêwîste hemû aliyên peywendîdar, tevayî gelê Kurdistanê, rêxistinên civaka sivîl û dilsozên gel, hewdanên xwe bikin yek ji bo ku rêveberiyeke baş, serweriya hiqûqê ava bikin, saziyên neteweyî xurt bikin û xizmetkirina welatiyan bikin armanca sereke ya vê qonaxê.
* KNK bi hemû awayî hewl dide ji bo navbeynkarî, li hev hatin û li hevkirina navbera YNK û PDK’ê, ji bo parastina statuya Herêmê û berjewendiyên gelê Kurdistanê.
KNK dîsa tekez dike ku ber bi yekîtiyê ve çûyîn, tenê rêya derbaskirina nakokiyan û misogerkirina aştî û aramiya gelê me ye.
Serkeftin ji bo xebata neteweyî û yekrêziya navxweyî.”







