Ji Koma Berxwedan: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

  • 11:18 7 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Koma Berxwedan û hunermendan, ji bo berdana hunermenda Kurd Nûdem Durak ku 11 sal û nîve di zindanê de ye û bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşe, bang kirin.
 
Endamên Koma Berxwedan û hunermendan ji bo balê bikêşin ser rewşa hunermenda Kurd Nûdem Durak, ku 11 sal û nîv e di zindanê de ye û bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşe, daxuyaniyek dan. Hunermendan cezayê 19 sal û 6 mehî yê li ser Durak hatiye birîn rexne kirin. Wan got ku rewşa tenduristiya wê xirabtir dibe û jiyana wê di xeterê de ye. Hunermendan xwest ku Nûdem Durak û hemû girtiyên nexweş bêne berdan.
 
Li ser navê Koma Berxwedan Hekîm Sefkan, daxuyanî da û got ku di demekê de ku hêviya aştiyê bilind dibe, biryarên li dijî mafên mirovan jî tên girtin. Sefkan, diyar kir ku ragirtina Nûdem Durak, tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê, nayê qebûlkirin.
 
Hekîm Sefkan, da zanîn ku Nûdem Durak 11 sal û nîv e di zindanê de ye û bi nexweşiya pençeşêrê re têdikoşe û wiha got: “Di demeke wiha de 19 sal û nîv din di zindanê de hiştina wê, hem li dijî ruhê pêvajoyê ye û hem jî li dijî mafên mirovan e.” Sefkan, bang li hunermend, rewşenbîr, parêzvanên mafên mirovan û gel kir ku ji bo azadiya girtiyên nexweş têkoşînê xurt bikin.
 
Hunermend Seyda Perînçek, jî bal kişand ser giranbûna rewşa tenduristiya girtiyên nexweş û rewşa Nûdem Durak. Perînçek, got ku Nûdem Durak ji bo huner û çanda Kurdî di zindanê de ye û girtiyên nexweş di zindanan de ber bi mirinê ve tên birin. Perînçek, destnîşan kir ku di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de berdana girtiyên nexweş dê bibe gaveke girîng.
 
Perînçek got: “Pêvajoya aştiyê berî her tiştî ceribandina samîmiyetê ye.” Perînçek, diyar kir ku divê dewlet di vê mijarê de gavên pratîkî bavêje û girtiyên nexweş û yên ku demeke dirêj e di zindanê de ne bên berdan.
 
Li ser navê Hunera Mizgîn Bermal Çem, got ku xebata Nûdem Durak a ji bo çand û hunera Kurdî weke sûc hat dîtin. Bermal Çem, diyar kir ku Nûdem Durak bi salan e di zindanê de ye û nexweşiya wê ya pençeşêrê giran dibe. Bermal Çem, got ku hunermend di xetereya windakirina dengê xwe de ye.
 
Bermal Çem, bal kişand ser vê yekê ku rewşa girtiyên nexweş ne tenê pirsgirêka malbat û xizmên wan e, lê pirsgirêka tevahiya civakê ye. Bermal Çem bang li rewşenbîr, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û gel kir ku ji bo azadiya girtiyên nexweş têkoşînê xurt bikin.
 
Bermal Çem, diyar kir ku di demekê de ku Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk tê nîqaşkirin, cezakirina kesên ku ji bo çand û hunera Kurdî dixebitin, nayê qebûlkirin.