Li Wanê çalakiyên 25'ê Mijdarê: Dê qadên hevpar ên têkoşînê biafirînin

  • 09:59 7 Mijdar 2026
  • Rojane
Nazlican Nûjin Yildiz
 
WAN - Li Wanê jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê de hem li navendê û hem jî li navçeyan bernameyên taybet amade dikin û dê bal bikişînin têkoşîna li dijî tundiyê û mezinkirina piştevaniyê. 
 
Di demekê de ku tundiya li dijî jinan berdewam dike tevî siyaseta bêcezahiştinê ku yek ji sedemên sereke yên zêdekirina vê tundiyê ye jin têkoşîna xwe ya bêdawî ya li dijî wê didomînin. Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan, jin li hemû bajaran xwe amade dikin ku derkevin kolanan. Li Wanê jî jinan amadekariya çalakiyên 25'ê Mijdarê dikin.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Meryema Aslan ji ajansa me re axivî û bal kişand ser çalakiyên ku dê bên lidarxistin. 
 
'Cureyên tundiyê û bandora li ser civakê'
 
Meryema Aslan, diyar kir ku 25'ê Mijdarê nayê wateya ku tenê rojeke li ser salnameyê ye û ew wekî çîrokeke berxwedanê di nava dîroka têkoşîna jinan de pênase kir.  Meryema Aslan bal kişand ser wê yekê ku jin ne tenê li malê, li kolanê an jî di nava malbatê de tundî lê tê kirin û got: “Jin hem di nava civakê de bi giştî, hem jî di qada siyasî de tundî lê tê kirin. Divê ev rastî were derxistin. Dema em behsa vê rojê dikin û dema em derbarê wê de însiyatîf û planan pêş dixin em tenê li tundiya fîzîkî nanêrin. Her çend em bêguman tundiya ku ji aliyê mêran ve tê kirin û îstismara fîzîkî qebûl dikin jî, gelek faktorên kûr ên din hene ku bandorê dikin. Wekî jinên ku di vî warî de dixebitin, me dîtiye û em dikarin bi ezmûna xwe piştrast bikin ku jinên di nava xizaniyê de dijîn, di nav çerxeke taybet a tundiyê de asê mane. Ew hem di qada siyasî de, hem jî di nava pêkhateya berfirehtir a civakî de, rastî şêwazeke taybet a tundiyê tên. Em xwe di nava çerxeke tundiyê de asê dibînin; çerxeke ku ji ber encamên newekheviya zayendî hêj girantir bûye.”
 
'Start dê li ber deriyê sînor pê dayîn'
 
Meryema Aslan, wiha behsa çalakî û bernameyên ku ji bo 25'ê Mijdarê li Wanê û navçeyên wê hatine plankirin kir: “Me ji bo 25'ê Mijdarê plan û xebatên hevkar ên berfireh amade kirine. Me hewldanên xwe bi rojeke tenê ve sînordar nekir. Em ê çalakiyên xwe roja Yekşemê, saet di 13:00'an de, li Deriyê Sînor ê Sarayê bidin destpêkirin. Her çend tundiya fîzîkî li jinan tê kirin jî, ev tenê aliyê xuya ye. Gelek aliyên din hene ku ew qasî berbiçav nînin. Em dibînin ka li Îranê çi diqewime; li wir jin bi taybetî ji ber nasnameyên xwe dibin hedef. Em bi zelalî dibînin ku azadî û xweseriya wan a li ser bedenên xwe, heta çi astê tê sînordarkirin. Her wiha li Rojavayê jî, em dibînin ku jin di nava şer û pevçûnan de, mafê biryardana li ser bedenên xwe ji dest didin û neçar dimînin ku malên xwe terk bikin. Em vê daxuyaniya çapemeniyê didin da ku balê bikişînin ser wê yekê ku tundî ne tenê ji aliyekî pêk tê û ne jî bi cihek an herêmeke taybet ve sînordar e. Ev pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî ye. Loma jî em dixwazin li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.
 
'Hişmendiya jinê ya kolektîf parve bikin'
 
Piştî wê, di 9'ê Mijdarê de, em ê ji bo hejmara bi sernavê ‘Tundûtûjî û Berxwedan’ a ku ji aliyê Kovara Jineolojî ve hatiye weşandin, civîneke xwendevanan li dar bixin. Her wiha, têkildarî doza destdirêjiya li Geverê, em ê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Armanca me ew e ku em çalakiyên xwe bi awayekî berfireh, ji navendê heta navçeyan, pêk bînin. Hewldanên me gelek çalakiyên cûrbecûr dihewînin. Di nav wan de atolye, çalakiyên protestoyî, meş, daxuyaniyên çapemeniyê û nîşandana fîlman hene. Di çarçoveya çalakiyên xwe yên ji bo 25'ê Mijdarê de, em dixwazin qadeke wisa ava bikin ku jin tê de bikaribin bi hev re nîqaşan bikin û li ser ezmûnên xwe bifikirin. Em dixwazin lêkolîn bikin ka em çawa dikarin li ser bingeha ezmûn, axaftin û nîqaşên ku em parve dikin, alternatîfan ava bikin; atolyeyên me jî bi vê armancê tên amadekirin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî van çalakiyan bibin. Gelek girîng e ku em ji hev re nîşan bidin ka ew qadên ku em ava dikin qadên ku em dikarin tê de nîqaşan bikin. Hişmendiya jinê ya kolektîf parve bikin."
 
'Dê li ser zimanê zikmakî rawestin'
 
Meryema Aslan diyar kir ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li Wanê meşeke girseyî ya jinan li dar bixin û destnîşan kir ku ew ê di hemû çalakiyên xwe yên plankirî de girîngiyeke taybet bidin zimanê zikmakî û got: "Di çarçoveya van atolye û çalakiyan de, divê em li ser mijara derbirîna xwe bi zimanê zikmakî bisekinin. Weke jinên Kurd, em balê dikişînin ser wê yekê ku hîn jî di qadên bi rastî azad de, perwerdehiya bi zimanê zikmakî pêk nayê. Jin dema serî li mekanîzmayên saziyan didin, hîn jî rastî zehmetiyan tên; em dixwazin qadeke wisa ava bikin ku jin bikaribin bi awayekî rehet bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê, em ê atolye û panelên xwe bi zimanê zikmakî pêk bînin. Di van atolyeyan de, em ê mijarên wekî xizaniya jinan, kuştina jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê nîqaş bikin. Ev hemû mijarên krîtîk in ku divê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bên gotûbêjkirin."
 
'Em bi hev re hene û em bi hev re xurt in'
 
Meryema Aslan bi gotina ku pêwîst e yekîtî, dengê hevpar û piştevaniya di navbera jinan de were xuyakirin, wiha anî ziman: “Em ê berdewam bin li ser gihandina dengê xwe li her qadê. Em dixwazin hemû jinan ne tenê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de, lê di çarçoveyek berfirehtir û demeke dirêjtir de di hemû war û însiyatîfan de bibînin. Her wiha em dixwazin ku hemû jin di 25'ê Mijdarê de amade bin, li kolanan, di atolyeyan de, di panelan de û di her çalakiyeke ku em dikarin li dar bixin de. Ji ber ku em bi hev re hene û em bi hev re xurt in. Em dikarin bi hev re dengê xwe bilind bikin. Divê em li hemberî pirsgirêkên ku em dijîn û tundiya ku em pê re rû bi rû dimînin, asta yekîtiya xwe bibînin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî vê roja têkoşînê bibin da ku em nîşan bidin ka piştevaniya me di van qadan de çawa dikare hêj xurttir bibe.”