Li dijî butçeya 2027’an bertek: Em nikarin debara xwe bikin

  • 09:10 7 Mijdar 2026
  • Ked/Aborî
Elfazî Toral
 
STENBOL - Nîqaşên butçeyê didomin û jinan diyar kirin ku ew kirê bidin nikarin xurekê bigirin. Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyoan Kedê ya ji DEM Partiyê berpirs Sevtap Akdag got butçe bi awayekî ku ji çek, sermaye û rantê re bê veqetandin tê amadekirin.
 
Hevdîtinên butçeya sala 2027’an didomin û  desthilatdarî ji polîtîkayên pevçûnê yên herêmî re butçeyên mezin vediqetîne û ev rastî bertekên rêxistinên jinan û pisporan tê. Jin diyar dikin ku ji pêvajoya aştiyê de butçe divê ji perwerde, tenduristî û xizmetên zayenda civakî re bên veqetandin.
 
Li Stenbolê welatiyan û  Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyoan Kedê ya DEM Partiyê berpirs Sevtap Akdag pêşnûmeya butçeya 2027’an û  krîza aborî nirxandin.
 
‘Butçe ji şer re tê veqetandin’
 
Naciye Îlhan wiha vegot: “Li welat gelek mirovên xizan hene. Ez tenê dijîm. Zarokên min piştgirî didin min, ez wisa kirê didim. Divê mûçeyê asgarî herî kêm 35-40 hezar be ku ev jî têr nake. Her titş biha bûye. Rewş ne başe. Niha pêvajoya aştiyê heye. Aştî pêk bê wê aborî jî baş be. Butçeya me ji şer re tê veqetandin.”
 
‘Divê gelê xwe bifikire’
 
Sîddî Buyukkaya wiha got: “Em aştiyê dixwazin. Em aramiyê dixwazin. Ger aştî pêk bê wê hemû pirsgirêk çareser bibin, wê aramî bê. Em di kirê de ne. Em kirê didin em nikarin tiştekî din bigirin. Her tişt di destê dewletê de ye.Divê dewlet li gel bifire, rewşa gel li ber çavan bigire.”
 
‘Em nikarin debarê bikin’
 
Kaîne Tatli: “Her tişt biha ye. Em nikarin debarê bikin. Em di kirê de ne. Kirêya herî kêm 40-45 hezar e. bi xebata yek kesî debare ne pêkan e.”
 
Emîne Yildirim wiha vegot: “Ev du sale em di kirê de ne. Em pir zehmetiyan dikşînin. Aborî pir xerabe.îro li malekê 2-3 kes jî bixebitin debare ne pêkane. Mûçeyê asgarî têrî tiştekî nake. “
 
‘Butçeya ji çekan re hatiye veqetandin îsal ji sedî 60 zêde bû’
 
Sevtap Akdag jî got butçeya 2027’an bi rêjeyek mezin ji sermaye, rant û çekan re hatiye veqetandin û got: “Ji bo butçeya gel em têkoşînek polîtîk didin. Îsal ji sedî 60 butçeya ji çekan re hatiye veqetandin zêde bû. Para ji sermaye û faîzê re hatiye veqetandin jî ji sedî 50-50 zêde bû. Lê ev butçe ji bo daneke xawrina paqij a li dibistanê  nahewîne. Esnaf di nav krîza de ne. Esnaf malê ku carekê digire cara din bi heman bihayî nikare bigire.Tevî teqawît û yên mûçeyên asgarî digirin ji sedî 70-80’ê civakê ava dikin, sînorê xizaniyê di ser 130 hezarî re ye.  Bi mîlyonan kes di bin deyn de dipelçiqin û em di pergaleke wisa de dikevin 2027’an.”
 
Mafê perwerde, tenduristî û veguhestinê
 
Sevtap Akdag da zanîn ku pêşnûmeya butçeyê her diçe ji şertên jiyana mirovî dur dikeve û pisgsirêka debarê nayê dîtin û got: “Em butçeyeke ku berhema  nêzîkatiya polîtîk ku hewl didin ji ser çekan li ser herêmê serdestiyê ava bike re rû bi rûne.  Em wek DEM Partî vê pêşnûme butçeyê qebûl nakin. Divê butçe gelan bihewîne, mafê perwerde, starbûn, tenduristî û veguhetsinê bihewîne. Ji bo ku daxwazên gelan derkevin holê, bên dîtin, em xebatên xwe dimeşînin.”