ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2026'AN

  • 09:00 7 Mijdar 2026
  • Rojev
 
* Hevberdevka Komeleya Ekolojiyê ya Rihayê Ferda Oncel der barê projeya GES’ê ya li Xelfetiyê ji nû ve hatiye rojevê de axivî û got: “Ev proje polîtîkayên ji bo surgunkirina gel in. Li dijî vê em dixwazin gelê me li qadên berxwedanê bin.” DÎMEN HEYE
 
* Jinên tevli ‘Nobeta Jin, Edalet û Bîrê’ bûn wiha gotin: “Ji bo jinek din neyê qetilkirinê em li vir in. Tenê darizandineke di alî cezakirina gumanbar de edaleta em dixwazin pêk nayne. Werin em her roja sêşemê saet di 12.30’an de ji hev re bibin alîkar.” DÎMEN HEYE
 
* Endama MYK’a DEM Partiyê Elîf Bulut helwesta desthilatdariyê ya taloqkirina pêvajoyê rexne kir û got: “Ev derengxistin û taloqkirin civakê dike fikran. Ji bo mayîndebûna aştiyê divê têkoşîna hevpar hebe.” DÎMEN HEYE
 
* Nîqaşên butçeyê didomin û jinan diyarkirin ku ew kirê bidin nikarin xurek bigirin. Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyoan Kedê ya DEM Partiyê berpirs Sevtap Akdag got butçe bi awayekî ku ji çek, sermaye û rantê re bê veguhetin tê amadekirin. BI DÎMEN 
 
*Li Wanê jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê de hem li navendê û hem jî li navçeyan bernameyên taybet amade dikin û dê bal bikişînin têkoşîna li dijî tundiyê û mezinkirina piştevaniyê. BI DÎMEN