ÎHD: Ji ber greva birçîbûnê rewşa Seda Baykan ne baş e
- 14:25 8 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî girtiya siyasî Seda Baykan ku di greva birçîbûnê de ye, ÎHD, li gelek bajaran daxuyaniya hevpar da û diyar kir ku mafê jiyanê ya Seda Baykan tê binpêkirin û ji ber greva birçîbûnê tenduristiya wê ne baş e.
Têkildarî girtiya siyasî Seda Baykan a ku li Girtîgeha Jinan a Amedê ragirtiyê û ji 1ê Nîsanê vir ve di greva birçîbûnê de ye ji hêla Komeleya Mafê Mirovan a Amed, Enqere, Agirî, Îzmîr bi awayekî hemwext civîna çapemeniyê li dar xistin.
Amed
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz jî anî ziman ku divê mafên girtiyan di çarçoveya ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê ve hatine destnîşankirin werin dabînkirin û divê girtî neçar nebin ku serî li vê rêyê bidin.
Piştî civînê Hevseroka Şaxa ÎHD'a Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Ew daxuyaniya me têkildarî rewşa girtî Seda Baykan a ku di 1ê Nîsanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye ye. Zor û zexteke li ser girtiyên di hepsê de têne kirin hene. Daxwaza me ew e ku Seda Baykan sewqî hefseke nêzî malbata wê bê kirin. Bila malbata wê bikare wê bibîne. Ev daxwazên wê hene. Ev daxwazên wê nayên pêkanîn. Di nava hepsê de jî û odeyeke yekkesî de dimîne. Zext û zorî li ser Seda Baykan tê kirin. Em jî dixwazin dengê wê bilind bikin. Ji bo ku Wezîrê Navxweyî û yê Edaletê dengê wê bibihîse, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Em jî wekî Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku piştgiriya Seda Baykan bikin û dengê wê bigihînin wezîrê Edaletê me ev daxuyanî da. Seda Baykan di meha yekemîn de 12 kîlo winda kirine. Şert û mercên ku tê de dijî, ne şertên mirov qebûl bike ne.”
Hevserokê Şaxa ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz jî anî ziman ku divê mafên girtiyan di çarçoveya ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn û qanûnên Tirkiyeyê ve hatine destnîşankirin werin dabînkirin û divê girtî neçar nebin ku serî li vê rêyê bidin.
Piştî civînê Hevseroka Şaxa ÎHD'a Amedê Sûzan Mehmetoglû Aksoy têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Ew daxuyaniya me têkildarî rewşa girtî Seda Baykan a ku di 1ê Nîsanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye ye. Zor û zexteke li ser girtiyên di hepsê de têne kirin hene. Daxwaza me ew e ku Seda Baykan sewqî hefseke nêzî malbata wê bê kirin. Bila malbata wê bikare wê bibîne. Ev daxwazên wê hene. Ev daxwazên wê nayên pêkanîn. Di nava hepsê de jî û odeyeke yekkesî de dimîne. Zext û zorî li ser Seda Baykan tê kirin. Em jî dixwazin dengê wê bilind bikin. Ji bo ku Wezîrê Navxweyî û yê Edaletê dengê wê bibihîse, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Em jî wekî Komeleya Mafên Mirovan ji bo ku piştgiriya Seda Baykan bikin û dengê wê bigihînin wezîrê Edaletê me ev daxuyanî da. Seda Baykan di meha yekemîn de 12 kîlo winda kirine. Şert û mercên ku tê de dijî, ne şertên mirov qebûl bike ne.”
Enqere
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî derbarê heman mijarê de li navenda xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên sîvil û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endemê lijneya rêverberiya şaxa ÎHDê ya Enqereyê Bariş Barişik ve hat xwend.
Bariş Barişik anî ziman ku divê sepanên tecrîdê bi dawî bibin û wiha got: “Seda Baykan ku di Girtîgeha Girtî ya Amedê de tê ragirtin ji 1ê Nîsanê 2026an vir ve ji ber bin pêkirinên mafê mirovan û daxwaza girtîgeheke nêzî malbatê bimîne dest bi greva birçîbûne kiriye. Seda Baykan ew 4 sal in bi tenê di odayeke de dimîne û di bin tecrîdê de ye. Ji aliyê komaleyeya me ve ji bo çareseriya vê serîlêdana Serdozgeriya Komerê ya Amadê hatiyê kirin. Lê tu encam nehate girtin. Parêzerê me di Girtigeha Girtî ya Jinan a Amadê de Sema Bayhan re hevdîtin pêk anî. Li gorî gotina wê ew ji despêkirina greva birçibûne vir ve 12 kîlo daye. Daxwaza wê ya sewkê tê astengkirin. Sepanên weke tecrîdê li ser derûniya girtiyan encamên neyînî derdixe holê.”
Bariş Barişik diyar kir ku li mafên bingehîn ên girtiyan tê binpêkirin û wiha axivî: “Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê lê sepanên di girtigehan de pêk tên li dijî madeyên 2 û 3an e. Di girtigehan de Mafên mirovan ên jiyanê tên binpêkirin. Şert û mercên girtiyan başkirin di berpirsiyariya dewletê de ye. Di girtîgehan de ji bo çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan encama herî dawî greva birçîbûnê ye. Greva birçîbûnê ya Seda Baykan rewşa tenduristiya wê her diçe girantir dike. Ji bo tendûristiya wê bi awayekî baş bê şopandin divê di bin çavdêriya bîjîjkan de be. Em bang ji berpirsyaran dikin ku sepanên tecrîdê bi dawî bikin û daxwaza Seda Baykan bi cih bînin. Em ê şopdarê vê mijarê bibin.”
Li Îzmîr û Agiriyê jî bi heman armanca daxuyanî hat dayîn.







