MKG û DFG'ê bertek nîşanî hedefgirtina Sema Bingol dan
- 13:35 8 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG û DFG'ê bertek nîşanî hedefgirtina nûçegihana MA'yê Sema Bingol a ku li Enqerê hatibû binçavkirin û dû re hatibû berdan, dan.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA), Sema Bingol di 1'ê Hezîranê de li Enqerê di bîranîna Ethem Sarisuluk de hatibû binçavkirin û paşê serbest hatibû berdan. Sema Bingol ji aliyê dezgehên medyayê yên alîgirê hikûmetê ve hat hedefgirtin.
Ensonhaber û Akitê, ku berê bi bikaranîna agahiyên ku ji hêla polîsan ve hatine dayîn gelek rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên muxalif hedef girtine, niha bi rêbazên wekhev rojnamevan Sema Bingol û endamên malbata wê hedef girtin.
Akit û Ensonhaber Sema Bingol hedef girtin
Panzdeh çalakî û bûyerên ku Sema Bingol di sala 2026'an de şopandiye wekî "qeydên sûc" hatine tomar kirin. Ensonhaber û Akit, bi sûcdarkirina şopandina wê ya çalakiyên 1'ê Gulanê û Cejna Newrozê û her weha çalakî û bûyerên ku ji hêla DEM Partî, HDK û OHD'ê ve hatine organîzekirin, Sema Bingol hedef girtin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê li dijî hedefgirtina Sema Bingol bertek nîşan dan.
MKG'ê berteka xwe bi van gotinan anî ziman:
“Em krîmînalîzekirina çalakiyên rojnamegeriyê û hedefgirtina hevkara me Sema Bingol qebûl nakin.
Nûçeyên ku rojnamevanek dişopîne, civînên çapemeniyê yên ku ew dişopînin, çalakiyên 1'ê Gulanê û çalakiyên civakî hemî beşên xwezayî yên karê rojnamegeriyê ne. Pêşkêşkirina nûçeyên wekî 'qeyda sûc' ne tenê rojnamevanek, lê di heman demê de mafê raya giştî yê agahdarkirinê jî hedef digire.
Em careke din tekez dikin ku em ê hevgirtina xwe li dijî polîtîkayên hedefgirtin û bêrûmetkirina sîstematîk a li dijî rojnamevanên jin xurt bikin û em diyar dikin ku em li kêleka hevkara xwe Sema Bingol in.”
Daxuyaniya DFG'ê jî wiha ye:
"Hedefgirtina, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) û endama me, Sema Bingol ku ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatibû binçavkirin û paşê serbest hatibû berdan, ji aliyê hin dezgehên medyayê ve li ser bingeha agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê, êrîşeke eşkere ye li ser azadiya çapemeniyê. Hedefgirtina ne tenê rojnamevan, lê di heman demê de endamên malbata wê jî ji aliyê van weşanan ve girantir e.
Ev rêbaza weşanê, ku armanc dike rojnamevanan krîmînalîze bike, wan di çavên raya giştî de bêrûmet bike û zextê li wan bike, zirarê dide mafê raya giştî yê agahdarkirinê û azadiya çapemeniyê.
Wekî DFG'ê, em hevkariya xwe bi Sema Bingol re diyar dikin û bang dikin ku dawî li polîtîkayên weşanê yên ku rojnamevanan hedef digirin û nefret û cudakariyê gur dikin, bînin. Em ê li dijî weşanên ku hevkara me hedef digirin giliyê sûc bikin û pêvajoyê ji nêz ve bişopînin."







