Li Nisêbînê li dijî hişbirê meş

  • 21:28 7 Hezîran 2026
  • Rojane
MÊRDÎN- Platforma Şiyar Be ya Mêrdînê li dijî hişbirê li Nisêbînê meş li dar xist û bang li her kesî hat kirin ku li dijî hişbir û fihûşê şiyar bin.
 
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê Platforma Şiyar Be ya Mêrdînê ve meşek girseyî hat lidarxistin. Li gel endamên platformê û endamên partiyên siyasî û saziyên civakî gelek welatiyên li taxa 8’ê Adarê kom bûyîn heya Mizgefta Mele Osman meşiya. Di meşê de pankarta, ‘Ne jehrê hêviyê himbêz bile’ hat hişgirtin û diruşmên, ‘Şiyar be azad be pêşerojê azad bike’ û ‘Jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.
 
Piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê yê Nisêbînê Cuneyt Aygun got ku ji bo ew pêşiya hişbirê ku li nav civakê zêde bûye bigirin divê her kes tekoşîna vê yekê bide. Berdevka Platforma Şiyar Be ya Mêrdînê Dîlan Koç nal kişand ser girîngiya Nisêbînê ya ji bo Tevgera Azadiyê û wiha axivî: “Tiryak û fihûş civakê dirizîne, modernîteya kapîtalîst tiryak û fihûşê weke çek bikar tîne û dixwaze bi vê yekê civakbûnê têk bibe. Ji ber vê yekê divê her kes li mala xwe, li kolana xwe û li dibistana xwe li hember vê têkoşîn bide. Taybetî divê ciwanên me li hember vê talûkeyê şiyar bin.
 
Piştî axaftinan girseyê li hember taritiyê ronahiyên telefonên xwe vekirin, her wiha li hember gotinên karmendê Tirk Rahmî Koç diruşma, ‘Jin jiyan azadî’ hat berzkirin.