Çeteleya meha Gulanê: 17 jin hatin qetilkirin, 25 mirinên bi guman
- 09:05 7 Hezîran 2026
- Çeteleya Tundîyê
Yeşîm Oruç
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya meha Gulanê 17 jin hatine qetilkirin û 25 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Jin û zarok her roj tên qetilkirin, mirinên bi guman zêde dibin, bûyerên destdirêjiyê jî her diçin zêde dibin. Desthilatdarî bi gotinan destkeftiyên jinan hedef digire û bi biryar û qanûnên derdixin vê girantir dikin. Feshkirina Peymana Stenbolê, rakirina mafê nefeqeyê û hedefgirtina qanûna hejmar 6284, cesaretê dide gumanbaran.
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê hema hema her roj jinek an du jin tên qetilkirin, zarok dibin hedefa tundiya mêr. Tevî vê jin dest ji mafên xwe jiyana xwe berdandin û bi biryarbûnek mezin li dijî tundiyê têkoşîna xwe didomînin.
Li gorî daneyên me berhev kiriye, di meha Gulanê de 17 jin û 2 zarok hatine qetilkirin û 25 jin bi guman jiyana xwe ji dest dane.
4 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên nas dikin ve, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, jinek ji aliyê xalê xwe ve, jinek ji aliyê kurê xwe ve, 2 jin ji aliyê mêrên pê re dijîn, jinek ji aliyê biraziyê xwe ve hat qetilkirin.
Li Kayseriyê 1, li Burdurê 1, li Meletiyê 1, li Antalyayê 1, li Konyayê 2, li Stenbolê 1, li Mersînê 1, li Çanakkaleyê 1, li Kirklareliyê 1, li Xarpêtê 1, li Hatayê 1, li Agiriyê 1, li Konyayê 1, li Îzmîrê 1, li Kocaeliyê 1, li Kirşehîrê 1, li Denîzliyê jinek hat qetilkirin.







