2 jin hatin qetilkirin, 2 mirinên bi guman
- 17:36 5 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bursa û Konyayê du jin ji aliyê mêran ve bi çekê hatin qetilkirin û li Tekîrdag û Şirnexê jî du jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.
Binpêkirinên mafan ên li hember jin û zarokan didomin. Li Bursa û Konyayê du jin ji aliyê mêran ve bi çekê hatin qetilkirin û li Tekîrdag û Şirnexê jî du jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li Amed û Îzmîrê jî der barê bûyerên du zarokên jiyana xwe ji dest dane de lêpirsîn hat destpêkirin.







