ROJEVA 5'Ê HEZÎRAA 2026'AN
- 09:00 5 Hezîran 2026
- Rojev
* "Di nav nirxên civakî yên gelê Kurd e nasnameya aştiyane ya jinê dijî. Li gundan, eşîran, navbera malbatan de pevçûnên tên jiyîn bi pêşengiya jinan tê rawestîn. Jin laçikên xwe davêjin erdê û çek bêdeng dibin, pevçûn bi aştiyê encam dibe." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
*Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan li ser mafê hêviyê nirxandin kir û got ku ji bo pêvajo bimeşe sererastkirinên hiqûqî pêwistin û mafê hêviyê wek pirsgirêk di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye. DÎMEN HEYE
*Li Wanê jinên li çiyan pincarê kom dikin, hem keda xwe ya nayê dîtin hem jî zanîna nebatên bi şifa didin jiyîn. Jinên jiyana xwe nav xwezayê de derbas dikin, diyar kirin ku komkirina pincarê wek debarê dibînin. DÎMEN HEYE
*Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz balkişand ser polîtîkayên darvekirin, asîmîlasyon û polîtîkayên zextê yên li ser gelê Kurd û got divê binpêkirinên mafan ên li Îranê ji nedîtîve neyên dîtin. Semra Akyuz got ji bo jiyanek azad û wekhev divê şert û mercên aştiyê û muzakereyê bên avakirin. DÎMEN HEYE







