Yên di Newroza 1992'yan de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • 18:07 22 Adar 2026
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, 22 kesên ku di Newroza sala 1992'yan de hatibûn qetilkirin, li cihê ku lê jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Di bîranînê de qurnefîl avêtin Çemê Çag Çagê.
 
Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), li ser Pira Şehîdan a Nisêbînê bernameyekê bîranînê li dar xist. Gelek welatî tevli bernameyê bûn. Bibîranîn bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Salîh Kuday di bernameyê de axivî û diyar kir ku ew ê her tim xwedî li bîranîna her 21 şehîdan derkevin. Kuday destnîşan kir ku pîrozbahiyên Newrozê yên bi heybet ên îro, encama berxwedana mezin a sala 1992'yan e.
 
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz wiha axivî û ev tişt got: "“Em ê têkoşîna kesên ku di sala 1992'yan de li Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê hatine qetilkirin hîn xurttir bikin.”
 
Herî dawî kurê Alya Er a ku di hatibû qetilkirin, Mehmet Selîm Er axivî. Er anî ziman ku wan bi çavên xwe şahidî ji bûyerên sala 1992'yan re kiriye û got ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîras û bîranînên wan derkevin.
 
Bername piştî axaftinan bi avêtina qurnefîlan a nav Çemê Çag Çagê bi dawî bû.