Îranê hevdîtina bi malbatan re li girtiyên siyasî qedexe kir

  • 12:46 9 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya Parastina Şerîfe Mûhammedî ragihand ku rayedarên Girtîgeha Lakanê hevdîtina bi malbatan re li Şerîfe Mûhammedî û girtiyên din ên siyasî qedexe kirine.
 
Şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ku di 28’ê Sibatê de destpê kir, 10 roj in berdewam e. Li gel vê her diçe rewşa li girtîgehan jî xirabtir dibe, taybet gef û zexta li ser girtiyên siyasî her diçe tundtir dibe.
 
Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî têkildarî rewşa girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan ya li bajarê Reşîd a Îranê tê girtin, daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li girtîgeha Lakan ya li Reşîd, berpirsên girtîgeh hevdîtina Şerîfe Mihemedî û hejmarek girtiyên din ên siyasî ya li gel malbatên wan qedexekiriye.
 
Kampanyaya Parastinê ya Şerîfe Mihemedî diyar kir ku ev yek li ser ewlehî û tenduristiya girtiyan, di nav malbatên wan û raya giştî de bûye sedema fikarên kûr, bi taybet piştî veguhestina hinek girtiyan beriya niha û wan wekî mertalên xwe bi kar anîn.