Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

  • 12:40 9 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Li Montevideoya paytextê Ûrûgayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî de bi beşdarbûna bi hezaran jinan meşeke girseyî hate lidarxistin. Delegasyona tevgera jinên Kurd bal kişand ser piştevaniya jinan a navneteweyî.
 
Jin destpêkê li Qada Plaza Independenciayê kom bûn.  Piştî axaftinên ku li vir hatin kirin şanoyeke têkildarî têkoşîna li dijî  tundiya li ser jinan hate lîstin.  Piştre jinan dest bi meşê kir û ber bi Fakulteya Hiqiqê ve meşiyan.
 
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên li dijî tundiya patriyarkal, cinayetên jinan û newekheviyê hatin berzkirin. Dowîzên bi nîvîsa ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ û wêneyên Mahsa Amînî ya ku li Îranê hate qetilkirin û jinên din hatin hilgirtin.
 
Di dema meşê de li ser navê tevgera jinan peyamek hate xwendin û di peyamê de hate diyarkirin ku jin li seranserê cîhanê bi heman zextan re rû bi rû dimînin û banga xurtkirina piştevaniya navneteweyî hate kirin. Di peyamê de bi taybetî jî bal kişandin ser têkoşîna jinan a li Rojava.
 
Di çalakiyê de hate destnîşankirin kutêkoşîna hevpar a jinan ya sînor derbas kirine, ji bo edalet û azadiyê hêza herî mezin e û hate gotin ku tifaqa jinan mezintîrîn hêza li dijî pergala serweriyê ye.
 
Bername bi berzkirina dirûşmeyan û dayîna peyamên piştevaniyê bi dawî bû.