Dayika Aştiyê Rewşan Doner talûkeya jiyanî derbas kir

  • 12:04 9 Adar 2026
  • Rojane
STENBOL - Hat hînbûn ku rewşa tenduristiya endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Rewşan Doner ku li Bagcilarê erebe lê ket, baş e.
 
Di 5'ê Adarê de, endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Rewşan Doner, dema ku li nêzîkî rawestgeha otobusê ya li Kolana Osmangazî ya navçeya Bagcilar a Stenbolê derbas dibû, erebe lê ket. 
 
Rewşan Doner, ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû, 5 roj in li nexweşxaneyê tê dermankirin.
 
Li gorî agahiyên dawî yên ku me wergirtine, rewşa tenduristiya Rewşan Doner a ku hişê wê hatiye serî, baş e û ji xetera jiyanî ya wê derbas bûye.