‘Gelê Kurd dê bi yekîtiyê bersivê bidin vî şerî’

  • 09:02 9 Adar 2026
  • Rojane
AMED – Şerê ku bi salan e li Rojhilatê Navîn tê meşandin, Gelê Kurd hedef digire. Endama DBP'ê Rêzan Zugurlî got, “Gelê Kurd wê her tim xurtir û yekgirtîtir be; ew ê bi hev re bersiva vî şerî bidin.”
 
Bandora şerê li Rojhilata Navîn ku bi salan e didome, li ser gelên herêmê hîn jî xetereyeke mezin e. Niha, tundî û destwerdanên leşkerî encamên cidî, bi taybetî li herêmên Kurdî ava dike. Ev rewş di heman demê de pêwîstiya piştgiriyê di navbera civakên herêmê de nîşan dide. Şer ne tenê bi pevçûnên herêmî ve sînordar e, lê bandorên xwe li ser avahiya çandî û civakî ya civakan jî dihêle. Ev şer û pevçûn ne tenê bi Tirkiye û Sûriyeyê ve sînordar in, lê di heman demê de rasterast bandorê li herêmên Kurdan ên ku sînorê Îranê ne jî dikin û îstîqrara herêmê tehdît dike.
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Rêzan Zugurlî, têkildarî mijarê axivî.
 
Rêzan Zugurlî anî ziman ku bi salan e êrîşek bênavber li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin û heta roja îro jî ev yek berdewam dike. Rêzan Zugurlî destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn bi taybetî şerekî taybet tê meşandin û got ku ev şer li ser tevahî Gelên Kurd tê meşandin. Rêzan Zugurlî wiha domand, “Ev ewil ji Rojava destpêkir piştre li Rojhilata Navîn belav bû û her wiha êriş li ser Başûrê Kurdistanê jî hene. Tevahî şer û polîtîkayên qirêj li ser Gelê Kurd tê meşandin. Ev yek jî ji bo berjewendiyên dewletên nîjadperest û serdest tê kirin. Ji bo binpêkirina Gelê Kurd ev tê kirin, her wiha destkeftiyên Gelê Kurd ku bi dest xistine dixwazin tune bikin. Lê belê Gelê Kurd ji her timî zêdetir bi hêztir û xurtir e. Gelê Kurd dê bersivek mezin bide vê pêvajoyê jî. Ev bersivdayîn jî bi yekîtiya kurdan tê.”
 
‘Bi Peylama Lozanê Kurdistan kirin çar perçe’
 
Rêzan Zugurlî, bal kişand ser Peymana Lozanê û got ku bi vê peymanê re Kurdistan kirine çar perçe û wiha axivî, “Bi Peymana Lozanê dema ku Kurdistan kirin çar perçe îro jî dixwazin vê yekê bidomînin. Gelê Kurd ji vê pêvajoyê encamên girîng derxistiye. Birêz Abdullah Ocalan ne bi tenê ji bo Gelê Kurd ji bo tevahî gelên Tirkiyeyê xwedî kesayetek girîng e û hemû gelên cihanê jî vê yekê dibîne. Birêz Ocalan li ser şerê taybet ku tê meşandin gelek caran nirxandin kiribû û ew gotinên wî îro hemû derdikevin holê. Şerê li ser Rojhilata Navîn jî li ser Gelê Kurd tê meşandin. Dixwazin kurdan dîsa parçe bikin û wan ji hevdu qut bikin. Dema êrîş li Rojava hat kirin hemû gelên Kurd bûne yek. Gelê Kurd hatin ligel hevdu û bi her awayî hevdu girtin. Niha li Rojhilata Navîn jî ev şer berdewan dike û Gelê Kurd li dijî vî şerî jî dê bê ligel hev. Bi her awayî wê xwedî li çand, ziman derbikeve.”
 
‘Yekîtiya gelan ji yekîtiya jinan derbas dibe’
 
Rêzan Zugurlî di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, “Banga me ew e ku; gelê Kurd yekîtiya xwe bi pêşengiya jinan derbixe holê. Ev yek jî bi pêşengiya jinan dikare pêk were. Gelê Kurd ji bo bersivê bidin desthilatdaran divê hemû bên ligel hevdu. Ev yek dê bi pêşengiya kurdan ve pêk were. Ji ber vê yekê têkoşîna ku tê meşandin em ê berdewam bikin. Banga min ji hemû gelê Kurd û cihanê ye; bi taybetî gelên Kurd û piştre hemû gelên dinê bi yekîtiyê bên ligel hevdu. Dewletên ku êrîşî me dikin êrîşî tevahî gelan dikin. Em bi yekîtiya xwe êrîşên li Rojhilata Navîn bidin sekinandin. Yekîtiya gelan ji yekîtiya jinan derbas dibe.”