Dayikên Aştiyê ji bo girtiyan qert şandin
- 14:27 5 Adar 2026
- Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê de qert ji girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Marmarayê re şandin.
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi rêya PTT'ê ya li Qada Beyoğlu Galatasarayê qert ji girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Marmarayê re şandin.
Berî şandina qertan li ber PTT'ê daxuyaniyek hat dayîn. Zeynep Calihan, endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, tekez kir ku zarok û hevalên wê di girtîgehê de ne û diyar kir ku li welêt ne edalet û ne jî hiqûq heye.
Zeynep Calihan diyar kir ku wan bi boneya 8'ê Adarê qert ji girtiyan re şandine, daxwaza xwe ya ji bo aştiyê li welêt anîne ziman û xwestine ku 8'ê Adarê bibe fersendek ji bo aştiyê.







