Li Bedlîsê banga tevlêbûna meşa 8'ê Adarê

  • 14:20 5 Adar 2026
  • Rojane
BEDLÎS - Rêxistina Bajar a DEM Partiyê ya Bedlîsê serdana kargehên tekstîlê kir û jin vexwendin pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê.
 
Rêxistina Bajar a DEM Partiyê ya Bedlîsê bi tevlêbûna Parlementera Bedlîsê ya DEM Partiyê Semra Çağlar Gokalp li Xizanê xebatên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşandin. Jinan serdana teksitîlan kir û belavokên 8'ê Adarê belav kirin. Semra Çaglar Gokalp bi jinên kedkar re solbet kir û xwest ku tev li meşa bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di 7'ê Adarê de li Tetwanê tê lidarxistin, bibin. Jin piştre li navçeyê geriyan û heman bangawazî kirin.