MKG: Di hefteya mafên mirovan de jî zextên li çapemeniyê dewam kirin

  • 10:34 10 Kanûn 2025
  • Rojane
AMED - MKG'ê di rapora xwe ya meha mijdarê de diyar kir ku di 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de, rewşa azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê ji bo rojnamevanan her ku diçe lawaztir dibe û got:"Mafê îfade û agahdariyê ku yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e, di tevahiya mijdarê de bi binçavkirin, lêpirsîn, gef û dozên şîdeta dîjîtal careke din hatiye binpêkirin." 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha mijdarê eşkere kir. MKG'ê di rapora xwe ragihand ku daneyên meha mijdarê nîşan didin ku zext li ser rojnamevanan dewam dike, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguhere cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî 'rîskên normal ên pîşeyê' bên normalîzekirin û hat gotin:"Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe."
 
Dewamiya raporê bi vî rengî ye: 
 
"Di 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de, rewşa azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê ji bo rojnamevanan her ku diçe lawaztir dibe. Mafê îfade û agahdariyê ku yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e, di tevahiya mijdarê de bi binçavkirin, lêpirsîn, gef û dozên şîdeta dîjîtal careke din hatiye binpêkirin. Ev rewş Hefteya Mafên Mirovan, ji bo çareseriyên di derbarê ewlehî û azadiya rojnamevanan û mafê raya giştî yê gihîştina rastiyê de, dike bangek lezgîn. 
 
Di meha mijdarê wêneyekî zextên berdewam û her ku diçe berbiçav ên li ser rojnamevanan eşkere bû. Binpêkirinên mafên mirovan ên ku di tevahiya mehê de hatine jiyîn nîşan dan ku rojnamevan hem di pêvajoyên dadwerî de û hem jî di pratîkên meydanî de hîn jî dibin hedef. Bi taybetî di demên aloziya siyasî de, rapor û parvekirina rojnamevanan pir caran wek sûc tê hesibandin; ew ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî yên ku divê di çarçoveya azadiya ramanê de were hesibandin, bi binçavkirin, lêpirsîn, doz û gefan re rû bi rû dimînin, 
 
Yek ji sernavên herî berbiçav ên vê mehê zêdebûna girîng a zextê ya li ser azadiya ramanê bû. Lêpirsînên nû li dijî gelek rojnamevanan hatine destpêkirin û meyla cezakirinê di dozên heyî de jî berdewam kiriye. Heta bîranîna rojnamevanên ku di êrîşên SÎHA'yan de hatine qetilkirin jî bû mînaka darizandinê. Ev mînakek berbiçav e ku çawa rojnamegerî tê krîmînalîzekirin. Azadiya çapemeniyê hîn jî mijarek sereke ye ku ji hêla tohmetên li dijî rojnamevanan ve tê kirin, dibe hedef.
 
Di heman demê de, gefên li ser ewlehiya rojnamevanan jî curbecur dibin. Gefên kuştinê yên li Qibrisê li derhênera weşanxaneyê hatine xwarin, careke din asta xeternak a zêdebûna belavbûna gotinên nefretê û peyamên destdirêjiyê yên di qadên dîjîtal de, raxist pêş çavan. Şîdeta dîjîtal êdî îstîsnaî nîne; ew bûye amûrek zordariyê ya birêkûpêk.
 
Her çend bêewlehî, mobîng û cudakariya ku rojnamevan di jiyana xwe ya kar de pê re rû bi rû dimînin pir caran nayên dîtin jî, ew wekî qadeke din a binpêkirinê dimînin ku bandorek cidî li ser çalakiyên wan ên pîşeyî dike.
 
Mirina bi guman a Dîlan Karaman a di nava têkoşîna azadiya jinan de cihê xwe girtiye û serdemekê faliyetên rojnamegeriyê kiriye, ne tenê xemgîniyeke kûr e, di heman demê de gefên sîstematîk ên ku jin pê re rû bi rû dimînin jî derxist holê. Em bawer dikin ku lêpirsîna mirina Dîlan Karaman dê zû bi encam bibe û rastî dê were eşkerekirin. Em ê ji nêz ve bişopînin.
 
Daneyên meha mijdarê nîşan didin ku zext li ser rojnamevanan dewam dike, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguhere cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî 'rîskên normal ên pîşeyê' bên normalîzekirin. Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe."
 
Hûn dikarin ji ser lînka li ser jêr xwe bigihêjin temamiya raporê:
 
https://mkgdernek.org/kr/blog/rapor/raporen-mehane/rapora-meha-mijdara-sala-2025an-a-binpekirina-mafen-jinen-rojnameger/2025/12/14259/