ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
- 09:00 28 Mijdar 2025
- Rojev
*Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Berîtan Guneş da zanîn ku hevdîtina heyeta ku ji 3 kesên di komîsyonê de cih digire pêk tê, ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gelek girîng e û got divê meclîs bi pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din yên civakî re bê rû hev. Berîtan Guneş anî ziman ku gavên wisa wê hêviya çareseriyê bide gel. BI DÎMEN
*Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Hawirdorê ya Munzurê (MÇD) Hatun Esen li dijî talana xwezayê ya li Kurdistanê tê jiyîn banga yekitiyê kir û wiha vegot: “Çawa em dibin yek û diçin bajarên li Tirkiyeyê divê em bibin çem biçin erdnîgariya Kurdistanê jî. Divê em xwedî li hemûyan derkevin.” BI DÎMEN
*"Ji ber ji bo kal û pîrên Zapatîstayiyan ax pîroz bû, dayik bû, çavkaniya hemû zindiyan bû. Ji ber vê jî fikra wan ev ku hevpar axê biçînin, biparêzin. Lê ev teşeyê jiyana komun, ji bo xwediyên çewlîgan û hikûmetan wek ‘derveyê qanûnî, xetere’ hat dîtin û her tim rastî êrişan hatin..." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ







