25’ê Mijdarê: Berxwedana jinan mezin dibe
- 09:03 22 Mijdar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - 25’ê Mijdarê nêz dibe û jin li dijî dagirkirina mêr-dewletê dadikevin kolanan. Jinan gotin: “Nebêjin bi kesekî naguhere; Jinek civakê diguhere. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin.”
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe. Polîtîkayên dewletê, butçeyên ku xizaniyê giran dikin, xutbeyên diyanetê û pratîka bêcezahiştinê ji qetilkirinên jinan re zemînê ava bike. Jin li dijî vê li kolan, taxan û her derê xwe rêxistin dikin têkoşîn û parastina cewherî mezin dikin. Jinên ji aliyên cuda axivîn û diyar kirin ku wê li qadên 25’ê Mijdarê têkoşînê bilind bikin.
Endama Kordînasyona Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berna Çelîk got jinan banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd bi coş pêşwazî kirine û got: “Abdullah Ocalan li dijî pergala mêr alternatîf afirandiye. Ev ji bo guherîna civakê gavek bû, peyamek bû. Ev bang ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûn. Banga jiyaneke alternatîf a ji bo jinan bû.”
‘Pergal neguhere qetilkirin wê bidomin’
Berna Çelîk balkişand ser qetilkirinên jinan ên di demên dawî de zêde bûne û got:
“Qetilkirin û destdirêjî di demek kurt de naguherin. Li dijî vê di altenatîfa hatiye afirandin de rol û mîsyonek mezin dikeve ser milê jinan. Jin kirdeya civakê ne û têkoşîna vê jî berfireh e. Heta pergal neguhere wê qetilkirinên jinan jî bidomin. Diyanet bi xutbeyan ji cil û bergên jinan heta terza jiyana jinan hedef digire. Bêguman em van qebûl nakin. Yek ji têkoşîna em li dijî vê didin ev e.”
‘Jin tune tê hesibandin’
Berna Çelîk di dawiya axaftina xwe de balkişand ser nîqaşên butçeyê yên li meclîsê û wiha bi lêv kir: “Nîqaşên butçeyeke ku jin nayên dîtin, jiyana wê nayê hêsankirin, îdamekirin tên meşandin. Em vê qebûl nakin. Em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. 25’ê Mijdarê ne rojeke ku tenê di rojekê de bê sînorkirinê ye. Jinek dikare civakekê biguhere. Em hemû jinan di 25’ê Mijdarê de vedixwînin navenda Çanda Turkan Saylan.”
Ji Jinên Mala Gel Emîne Akbaba jî balkişand ser polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê û daxuyakirin ku di navenda êrîşan de jin, jiyana jinê û keda jinê hedef tê girtin. Emîne Akbaba ev tişt bi lêv kir: “Bi fesihkirina Peymana Stenbolê êrîş li hemû qadan belav bûn. Jin li dijî vê xwe bi rêxistin dikin. Îro desthilatdarî bi her awayî jiyana jinan dike dorpêçê û em bi êrîşek wisa re rû bi rû ne. Jin wek hêza erzan a kar tên dîtin. Welidîna vajînal li jinê ferz dikin. Li Dîlovasi qetilkirina karkerên jin hat jiyîn. Jin di fîrmayên taşeron de bê ewle tên xebitandin. Em ê di 25’ê Mijdarê de li dijî her cureyê êrîş û tundiyê li kolanan bin. Em bi gotina Denîz Poyraz dimeşin: Denîzek biçe wê hezar Denîz bên. Em wek xwişkên Denîz Poyraz soza xwe tînin cih. Em ê li kolanan serhildana xwe bilind bikin. Wê jin qadên bi ewle ava bikin.”
Ji Komeleya Piştevaniya Mor Sehel Oto jî diyar kir ku mirinên biguman û qetilkirinên jinan di sala 2025’an de zêde bûne û wiha bang li jinan kir: “Li dijî tundiya mêr delwetê em berxwedana rêxistinkirî mezin bikin. Divê jin li dijî êrîşan dakevin kolanan. Tirkiye ji bo jinan bûye erdnîgariya mirinê. Destilatdarî li dijî van cînayetan sala malbatê îlan dike. Salek têrî wan nekir 10 sal sala malbatê îlan kirin. Em her roj bi qetilkirinên jinan û mirinên zarokan ên di cînayetên kar de şiyar dibin.Tevgera jinan li dijî vê tabloya hilweşînkar a pergala kapîtalîst dest ji kolan û taxan bernadin. Jin li dijî vê li berxwe didin.”
‘Kolana navenda piştevaniya jinê ye’
Sehel Oto di berdewamiyê de balkişand ser têkoşîna jinan û wiha got: “Em jin li dijî tundiyê her tim tên gel hev. Dest ji kolanan bernadin. Kolan navenda piştevaniyê ya jinan e. Çalakiyên kolanê ji bo me gelek girîng in. Hatina gel hev a jinan girîng e. Em ê wek Komeleya Piştevaniya Mor 25’ê Mijdarê hêza xwe ya rêxistinkirî û hêrsa xwe li qadan nîşan bidin.”
Nûnera Federasyona Femînîstên Ciwan a Îzmîrê Îdîl Başoglu qetilkirinên jinan ên zêde bûne bi bîr xist û got 25’ê Mijdara îsal ji bo jinan gelek watedar e û got: “Di vê dema ku qetilkirinên jinan zêde bûne û dewlet bi polîtîkayên gumanbaran xelat dike de têkoşîna 25’ê Mijdarê ji bo me girîng e. Di 10 mehên salê de 237 jin hatine qetilkirin û 247 jî biguman jiyana xwe ji dest dane. Sala malbatê newekheviya zayendî giran dike. Mirinên biguman ên jinan nîşaneya binpêkirina mafan û bêberpirsyariyê ye. Qadê jiyanê roj bi roj li jinan tê tengkirin. Li dibistan, wargeh, kolanan, malê û her derê ev tê jiyîn. Em bang li hemû kesî dikin. 25’ê Mijdarê roja bilindkirina hêza rêxistinikrînê û hêrsê ye. Em ê bi hêrs û coşa xwe li qadên 25’ê Mijdarê bin.”
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Newroz Çelîk jî destnîşan kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêkek cidî ya mafê mirovan e û wiha dirêjî dayê: “Tundiya li ser jinê wek pirsgirêkek mafê mirovan di rojeva me de ye. Jin bi her cureyê tundiyê re tên rû hev. Mixabin jin nayên parastin. Em ê jiyanê ji nû ve ava bikin. Em 25’ê Mijdarê wek rojeke derfetê dinirxînin. Tundiya li ser jinan ji aliyê pergala serdest a mêr ve wek alav tê bikaranîn. Ji ber vê jî sekna li dijî tundiyê gelek girîng e. Em xebatên xwe yên hişmendiyê dimeşînin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 25’ê Mijdarê de piştevaniyê mezin bikin û dakevin kolanan.”








