ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 22 Mijdar 2025
  • Rojev
 
*25’ê Mijdarê nêz dibe û jin li dijî dagirkirina mêr-dewletê dadikevin kolanan. Jinan gotin: “Nebêjin bi kesekî naguhere; Jinek civakê diguhere. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin.” DÎMEN HEYE 
 
*Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn dema ku civaka demokratîk bê avakirin hêza jinê wê rehet belav bibe û got:" Civaka demokratîk panzehra zîhniyeta mêr dewletê ye." DÎMEN HEYE 
 
*Nebahat Çalpan diyar kir ku êşa herî mezin a şer jin dikşînin û daxuyakirin ku divê jin ji ber vê bibin pêşengên aştiyê. Neslî Çîftçî jî wiha got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em ê li dora perspetîfa ku serokatiyê pêşniyar kiriye bên gel hev û bibin kirdeya aştiyê.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinan der barê modela bajarê jinan ku hatiye îlankirin de axivî û got ev model ne tenê wek cih, qada veguhertina civakî ya ku jin bi awayekî wekhev, azad û bi ewle tevli pêvajoyên biryarê dibe ye. DÎMEN HEYE 
 
*Oyku Dîlara Keskîn da zanîn ku sedema tundiyê pergala serdest a mêr û dewlete û got: “Tundî ne tenê li jinan, li xweza, ked, jiyanê ye. Jin bi parastina cewherî û jiyana komun dikarin li dijî vê zîhniyetê bisekinin.” BI DÎMEN 
 
* Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 27'ê Sibatê ve berdewam dike, li Tirkiye û Kurdistanê dengek xurt veda. Jinên ku li ser vê mijarê axivîn, daxwaz dikin ku dewlet tavilê gavên berbiçav di derbarê reformên qanûnî, siyasî û rêziknameyî de bavêje. BI DÎMEN