Li dijî şîdetê li qeraxên Firatê çalakî
- 13:47 21 Mijdar 2025
- Rojane
RIHA - Ji aliyê Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Rihayê ve, ji bo bîranîna jin û zarokên ku hatin qetilkirin li qeraxên Çemê Firatê zincîrek çêkirin. Di çalakiyê de banga têkoşîneke topyekûn li dijî êrîşan hat kirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li taxa Çatak a Hewaga Rihayê bernameyek hat organîzekirin. Gelek jin tevlî bernameyê bûn. Bername bi taştê dest pê kir. Dû re jinan berê xwe dan qeraxên Çemê Firatê û li vir zincirek çêkirin û bal kişandin ser şîdetê.
Derbarê çalakiyê de Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Rihayê Zubeyde Îstek daxuyanî da û got: "Di nîvê salê de, 136 jin hatin kuştin û 145 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirin. Tenê di meha Îlonê de, 20 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 22 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirin. Her agahiyek nû ya ku der barê kuştina Rojîn Kabaîş de derdikeve holê careke din eşkere dike ku li vî welatî kuştinên jinan çawa bi awayekî sîstematîk têne veşartin.
Em li dijî kuştin û êrişan banga têkoşîna topkun dikin. Em xwedî li banga 'Aştî û civaka demokratîk' derdikevin. Em ê bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' li dijî tecrîd, kedxwarî, êriş û kuştinan têbikoşin. Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin.
Çalakiya jinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.







