Ji bo Rojîn Kabaîş banga edaletê kirin

  • 21:48 11 Mijdar 2025
  • Rojane
ANTALYA – Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê balkişandin ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş û gotin: “ATK gumanbara aşkera bikin. Hesabê Rojînê biprisin. Ev ne întîxare cînayete.”
 
Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê der barê mirina biguman a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî li Sûka Olbîa çalakî pêk anîn.
 
Sude Usul daxuyanî xwende û da zanîn ku tevî salek di ser mirina biguman de derbas bûye hîna bûyer nehatiye ronîkirin û gumanbar nehatine darizandin. Suda Usul destnîşan kir ku wên dixwazin mirinê di tarîtiyê de bihêlini dixwazin ew bêdeng bin û got heta hesabê Rojînê neyê pirsîn wê têbikoşin.
 
Sude Usul diyar kir ku divê kujer bên aşkerakirin û cezayên pêwist lê bên birîn.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.