Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel
- 12:41 8 Mijdar 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Nagîhan Akarsel a 2 rojan, duh li Romayê ji aliyê Komîteya Ewropa ya Jineolojiyê ve hate lidarxistin.
Festîval ji bo mezinkirina mîrateya Nagîhan Akarsel ku li ser rastî û zanista jinê qadeke berxwedanê ya nû vekir, hate organîzekirin. Ji gelek welatan jinên enternasyonalîst beşdarî festîvalê bûn.
Roja ewilî ya festîvalê li Navenda Çanda Kurd a Ararat hate lidarxistin. Pirtûka Nagîhan Akarsel a bi navê ‘Bêhna Xweliyê’ ya ku wergerî Îtalî hatî kirin, hate nasandin. Li ser xeta berxwedan û têkoşînê ya Akarsel stran hatin gotin.
Di roja duyem a festîvalê de jî, wê bernameyeke çandî ya dewlemend cih bigire û wê stranên Kurmancî, Goranî, Dimilkî, Îtalî û Spanî bên gotin. Her wiha wê şanoya muzîkal a li ser jiyana Nagîhan Akarsel û performansên hunerê yên cur be cur bên nîşandan.







