
Li Êlihê li dijî destdirêjiya li hember zarokan çalakî
- 20:08 18 Hezîran 2025
- Rojane
ÊLIH – Li Êlihê destdirêjiya li hember zarokan bi meşekê hat protestokirin. Di meşê de hat diayakririn ku polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbaran diparêze û banga darizandina gumanbaran hat kirin.
Li navçeya Hezo ya Êlihê gumanbar M.Ş.S (60) destdirêjî li sê zarokên temenê wan navbera 6 û 10’an de kir. Piştî ku zarokan bûyer ji malbatên xwe re gotin gumanbar hatgirtin. Li Hezoyê li dijî bûyerê saziyên civaka sivîl (STK), rêxistinên DEM Partî û DBP’ê û gelek welatî hatin gel hev û ji têketina navçeyê heta Kawşaxa Dortyolê meşiyan. Pankarta ‘Destên xwe yên qirêj ji ser jiyana zarokan rakin’ hat vekirin û dirûşmeyên ‘bêdeng nemînin wê dor bê te’ hat berzkirin.
Hevseroka DEM Partî ya Hezoyê Hulya Oztekîn axivî û da zanîn ku divê demildest li ji bo parastina zarokan a li dijî destdirêjiyê çalakiya planê bikeve jiyanê û got: “Tevî Tirkiye alîgirê peymanên navnetegweyî yên mafên zarokane, ji berpirsyarî û tedbîran dure.Salên dawî de êrîşên li hember zarokan zêde bûne. Sedema vê jî polîtîkayên şerê taybet û qirkirina civakiye.”
‘Polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbaran diparêze’
Hulya Oztekîn balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê û got: “Ev bûyer cesaretê dide gumanbaran. Ji êrîşên destdirêjiyê re zemînê ava dike. Efûya destdirêjiyê tuneye. Ji bo cezakirina gumanbaran divê demildest kirariyên qanûnî bên destpêkirin û bi awayekî herî giran bên cezakirin. Divê em bibin dengê zarokan.”