
Xebatên ji bo Kongreya Jinan a Sûriyeyê didomin
- 19:08 18 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Sûriyê di çarçoveya amadekariya lidarxistina Kongreya Jinan a Sûriyeyê de civîn û hevdîtinên xwe didomîne.
Di çarçoveya amadekariya lidarxistina Kongreya Jinan a Sûriyeyî de Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Kongra Star civîneke berfireh li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê li dar xist. Di civînê de endamên meclisê, rêxistinên jinan û nûnerên saziyên civaka sivîl amade bûn.
Di civînê de rêvebera Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Erîfe Bekir li ser zehmetiyên ku li pêşiya jinan derketine axivî. Erîfe Bekîr anî ziman ku ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de, meclis xebatên xwe didomîne.
Erîfe Bekîr destnîşan kir ku divê jinên Sûriyeyî yên li derve û hundirê Meclisa Jinan a Sûriyeyê wekî aliyê tesmîla wan dike û mafên wan diparêze bibîne û got: "Ji bo ku bandora meclisê li ser tevahî rewşa jinên Sûriyeyê berfireh be em xebatê didin meşandin."
Rêvebera meclisê Muna Yûsif diyar kir ku jinan di Şoreşa Rojava de xwe bi rêxistin kir û destkeftiyên mezin bi dest xistin û wiha got: "Ji bo misogerkirina mafên tevahî jinên Sûriyeyê em tê dikoşin. Armanca me yekrêziya jinan û misogerkirina mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de ye. Piştî hilweşîna rejîma berê ya Sûriyeyê meclis bi pêş ket, û derfetek fireh vekir ku çalakiyên xwe bi rêxistin bike û rola jinan di aliyên siyasî û civakî de aktîv bike.”
Nîqaş û encamname
Jinên ku di civînê de amade bûne girîngî da van civînan, ji bo guhdarkirina li nêrîn û xwestekên wan û got ji bo beşdarkirina jinan di jiyana giştî de ev gaveke pîroz e.
Jinan destnîşan kir ku vekirina navendên jinan ji bo rewşa jinên Sûriyeyê bû xaleke guherînê û weke berê êdî ne di bin fikra baviksalarî û rejîma destpotê de ne.
Her wiha, jinan diyar kir ku Meclisa Jinan a Sûriyeyê hewl dide nûnertiya tevahî jinên li Sûriyeyê bike û hêvî kir ku dengê jinên Sûriyeyê li her derê bilind bibe û di avakirina civaka demokratîk de xwedî rol be.
Meclisê destnîşan kir ku bi armanca pênasekirina meclisê ji şênî û jinan re û xurtkirina peywendiyê bi tevahî beşên jinan re, ew civîn û çalakiyên xwe li tevahî kantonan li dar dixin.