
Zarok bi erbane û stranan meşiyan
- 20:15 15 Hezîran 2025
- Çand û Huner
AMED- Di roja dawî ya 7’emîn Rojên Ma Musîc ku ji bo bîranîna Hunermend Nesrîn Şêrwan pêk hat de zarok bi erbane û stranan li kolanên Amedê meş pêk anîn.
Di roja dawî ya 7’emîn Rojên Ma Musîc ku ji bo bîranîna Hunermend Nesrîn Şêrwan pêk hat de, zarok bi erbane, û stranan meş pêk anîn.
Di çarçoveya bernameyê de meş ji bre Ma Musîc Center ya li Peyas a Amedê dest pê kir û heta Kent Meydani berdewam kir. Zarokan di meşê de eleqeyek mezin dîtin.
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar tevli meşê bû û piştgirî da zarokan.
7’emîn Rojên Ma Musîc wê bi konsera li Kent Meydani bidawî bibe.